Li Mexmûrê koma 125'an greva birçîbûnê dewir girt

  • 10:37 22 Tebax 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya MalbatênŞehîdan hatiye destpêkirin, îro bi tevlîbuna girseya gel koma 125’an çalakî dewir girt. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 248 roj in bi awayek biryardar berdewam dike îro bi tevlîbuna girseya gel koma 125’an çalakî dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanan  hat destpêkirin.
 
Li ser navê koma 124’an Doğan Kara destpêkê xêrhatina gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Me jî weke ciwanên wargehê, bi çalakiya greva birçîbûnê ku dibin dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ de hatiye destpêkirin re li erk û berpirsyartiyên xwe yên demê xwedî derbikevin. 
 
Em ê weke ciwan li soza xwe ya gihiştina serkeftinê xwedî derkevin û heya dawî li ber xwe bidin. Êrişên li ser Herêmên Parastina Medya û her qadên ku berxwedan lê tê meşandin, li hember têkoşîna Gelê Kurd dewleta Tirk têkçûye. Ji ber wê yekê ye li Şengalê vîn û îradeya gel nasnake û bi awayek hovane êriş dike. Em weke wargeh jî rewşa me ne ji ya Şengalê dûr e. 
 
Ji ber wê yekê em weke ciwan divê li hember van hemû êrişan şiyar bin û heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo li ber xwe bidîn. Her wiha weke ciwanên wargehê bang li hemû ciwanên welatparêz dikîn ku bi rol û misyona xwe ya pêşengiyê rabin. Teqez wê serkeftin ya Gelê Kurd be."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zîndana" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.