ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 22 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Li Efganîstanê piştî Talîban rêveberiya welat desteser kir, wekê pêvajoya ku DAIŞ’ê li Kobanê pêk anî, çapemenî teslîmê tarîtiyê bû. Lê jinên efgan ku bûn şopdarên jinên li Kobanê, hîna gotina xwe ya dawî negotine. MEDYA KRITÎK
 
*Nazenîn Amaç yek jî ciwane ku li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên îqdîtarê nikare karê xwe bike. Nazenîna ku Beşa Teduristiya Dev û Diranan xilas kiriye nikare karê xwe bike û niha bi keda destê xwe hilberîne dike, debara malbatê dike. BI DÎMEN 
 
*Şehrîban Çoban salek beriya niha ji girtîgehê derket, ji ber nêrîna wê ya siyasî ji hêla cîranê wê Murat K. ve bi êrişê re rûbirû ma û bi mirinê hat tehdîtkirin. Dayika Şehrîbanê Nafiye Çoban jî da zanîn ku mehek beriya niha ji hêla heman kesî ve bi keviran bi êrişê re rûbirû maye. Êrişkar piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan.