Li Şengalê meşa bi dirûşma 'Bimre xiyanet'

  • 16:58 21 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li hemberî êzidiyan bi sedan Şengalî û bi taybetî jî jin daketin qadan û meşek li dar xistin. Di meşê de komkujiya li hemberî Şengalê bi dirûşma “Bimre xiyanet” hat şermezarkirin. 
 
Meşa ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk (MXDŞ) ve hatiye organîzekirin, li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê pêk hat. Di meşa ku beşdariya zêde ya jinan balê kişad ser xwe. Her wiha serok û rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, endamên Meclîsa Eşîran, rûsipiyên herêmê û bi sedan kes tevlî meşê bûn. 
 
Di meşê de pankartên wekî, “Em Iraqî ne, em Êzidî ne, ji bo mafên xwe têdikoşin”, “Bi tola şehîdan wê xweseriya Şengalê mîsoger bibe” û wêneyên şehîdên Şengalê hatin bilindkirin. Her wiha bênavber dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.
 
Meşa dê heta li ber Saziya Emil Wetenî bi dome. Piştî meşê dê daxuyanî bê dayîn.