Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da

  • 15:19 21 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag Mevlut Yuksekdag di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. 
 
Bavê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag Mevlut Yuksekdag di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Mevlut li Ceyhana Edeneyê li malê qeyrana dil derbas dike û ew radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê. Bavê Fîgenê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide.