Ji Lijneya Rêveberiya Herêmî yên Demokratîk 'Li dijî zîhniyeta qeyûmê atolyeya têkoşînê'

  • 13:14 21 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - Lijneya Rêveberiya Heremî yên Demokratîk, bi dirûşma "Li dijî zîhniyeta qeyûmê, atolyeya têkoşînê" li Amedê atolyeyek li dar xist. Hevberdevka Rêveberiya Heremên Xwecihî Emîne Karaaslan, di atolyeyê de axivî û got: "Di şexsê Gelê Kurd de îradeya hemû gelên Tirkiyeyê tê xespkirin. Tayînkirina qeyûman yek ji pirsgirêkeke Tirkiyê ya herî mezin e."
 
Lijneya Rêveberiya Heremî yên Demokratîk, bi dirûşma “Li dijî zîhniyeta qeyûmê, atolyeya têkoşînê", li salona Otela Demîr a navçeya Sûra Amedê atoleyeyek li dar xist. Gelek nûrenên sazî û rêxistinên sivîl tevlî xebata atolyeyê bûn. Her wiha di atolyeyê de hevberdevka Rêveberiya Heremên Xwecihî Emîne Karaaslan û cîgirê hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tuncer Bakirhan axivîn. 
 
‘Dê ew têk biçin û em ê bi ser kevin’
 
Di destpêka atolyeyê de Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku bi tayinkirina qeyûman îradeya gel nayê qedandin û got: "Em zîhniyeta qeyûmê bi tundî şermezar dikin. Îradeya vê gelê hat xespkirin. Yên ku îro Talîbanê mafdar dibînin, hevalên me yên ku hatine bijartin wek endamên rêxistinê dibînin û wan dixin girtîgehan. Em soz didin ku dê ew têk biçin û em ê bi ser kevin. Em şahîdî polîtîkayên qeyûmê yê ku tenê wêrankirin û hilweşandinê bûn. Yekser êrîşê jinê û çand û hunerê kirin. Gel li dijî zîhniyeta qeyûmê helwestek bi xurt nîşan da û xwedî li îradeya xwe derket. Qeyûm; dijminatiya li dijî ziman û çanda kurdî ye. Qeyûm; ji dûrbûna rastiya gelan e.”
 
‘Tayînkirina qeyûman pirsgirêka herî mezin e’
 
Hediye Karaaslan jî axivî û diyar kir ku AKP-MHP’ê polîtîkayek çewisandin û zextê dide meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdnîgariya me ne ji xespkirina îradeya gel re biyanî ye. Di şexsê Gelê Kurd de îradeya hemû gelên Tirkiyeyê tê xespkirin. Tayînkirina qeyûman yek ji pirsgirêkeke Tirkiyê ya herî mezin e. Ji salên 90’î heya niha aliyê îqtîdaran ve li dijî kurdan polîtîkayek zext û zordariyê hatiye meşandin. Lê dîsa jî kurd tevî van zext û zordariyan dev ji mafên xwe bernedaye. Di wan pêvajoyan de bûyerên ku berê nehatibû dîtin pêk hatin. Hevşaredar bi awayekî bê hiqûqî di kolanan hatin binçavkirin û girtin. Li dijî rêveberiyên xwecihî operasyonên siyasî berdewam kirin. Di navbera salên 2016-2019'an de gelek hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me yên ku xistin girtîgehan ew ziîhniyeta qeyûme qebûl nekirin. Ne tenê hevserokên me hatin binçavkirin, endamên meclîsa me jî hatin binçavkirin û girtin." 
 
‘Polîtîka tenê xwe li ser dijminatiyê tê meşandin' 
 
Hediye, destnîşan kir ku mafê bijartinê ya hemû kurdan bi zîhniyeta qeyûmê ji destê wan hat sitendin û wiha axivî: "Li dijî jinê dijminatî tê kirin, li dijî ziman û çanda kurdan dijminatî tê kirin. Polîtîkayên qeyûm tenê xwe li ser dijminatiyê dide meşandin. Piştî ku bi tayînkirina qeyûman sazî û dezgehîn jinan û stargehên jinan hate girtin, tundî û qetîlkirina jinan zêdetir bû.”
 
Atolye ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.