Jinên Emerîka û Avusturyayê girtina endamên RJAK'ê şermezar kirin
- 11:32 21 Tebax 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Feminist û Sosyalist a Emerika û Avusturalyayê sê siyasetmendarên jin ên endamên RJAK’ê ya ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin şermezar kirin.
Partiya Feminist û Sosyalist a Emerika û Avusturalyayê derbarê girtina endamên Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) de daxuyaniyek da û girtina siyasetmedaran şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Partiya Femînist a Sosyalist ew kiryarên ku desthilata Başûr li ser jinan pêktînin şermezar dikin. Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê li beramberî tendirustî û ewlehiya jin û hemwelatiyan berpirse.”
Jinan di daxuyaniyê de daxwaza berdana sê RJAK'ê kirin.