Ji aktîvîsta efgan Asal Parsî Manîsh bang

  • 09:03 21 Tebax 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Aktîvîsta efganîstanî Asal Parsî Manîsh, fikarên xwe yên ku Talîban Efganîstan bidest xistiye anî ziman û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku ji her alî cîhanê jin li dijî koma terorê ya li hember jinê Talîban serî hildin. Divê DYA û NATO ji bo gelê me û cîhanê derbarê peyamana ku bi rêxistina terorê re kirine de bersivekê bide.”
 
Piştî 20 salan şûnde Talîban Efganîstanê dîsa girt dest û li ser vê tirs û fikar zêde bûn. Bêguman yên ku herî zêde bifikarin jî jinên efganin. Piştî Talîban li Kabîlê pêşket şûnde hikûmeta efgan welat terk kir û  leşkerên efgan li dijî Talîban şer nekirin. Jinên efgan diyar kirin ku ew mafên xwe teslîm nakin û li dijî vê ketin nav têkoşîn û berxwedanê. Aktîvîsta mafê jinan a efgan Asal Parsî Manîsh ku li Almanyayê dijî, derbarê rewşa jinên efgan de axivî.
 
‘Li dijî Talîban ligel me bin’
 
Asal destnîşan kir ku rewşa jinên li Efganîstanê qet ne başe û gotin jin bi tehdîda Talîban re hatine rû hev û ev tişt anî ziman: “Em ligel xwişk û dayikên xwe yên Efganîstanê ne. Em dengê xwe bilind dikin û nîşan didin ku em xurt û zindî ne. Em dixwazin ku jinên her çar alî cîhanê li dijî koma teror a Talîban bin.”
 
‘Kes bi Talîban bawer nake’
 
Talîban daxuyakirin ku di esasa dîmên di platforma çapemeniya dîjîtal de temaşe kirine, Talîban ruyê rast nîşan daye û du jin bi çavsorî qetil kirin e û wiha dirêjî dayê: “Gotinên berdevkên talîban û tiştên dikin ji hev cudane. Kes nikare bi wan bawer dike. Kes bawer nake ku wê ew destê xwe nedin jinan.”
 
‘Divê DYA û NATO bersiv bide’
 
Asalê di dawiya axaftina xwe de  bi lêv kir ku Talîban jinan parçeyeke civakê qebûl nake û wiha dawî lê anî: “Nahêlin jin bixebitin, çarşefa reş lê ferez dikin. Ji ber vê cîhan ligel me ye. Neçarin ligel me bin. Divê dest ji kuştin, şîdet, tacîz û tunekirina welatê me berdin. Divê DYA û NATO derbarê peyamana peymana bi rêxistina terorê kiriye, bersivekê bide gelê me.”