'Ev meheke me dengê wî nebihistiye'

  • 09:02 21 Tebax 2021
  • Rojane
ENQERE - Xizma girtî Gulten Benzer da anî ziman ku Suleyman Benzer yê li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê dimîne, di bin tecrîdê de ye, her tim cezayê disiplînê didin wî û hemû mafên wî tên binpêkirin. 
 
Girtiyê bi navê Suleyman Benzer cezayê meubeta giran girt û ji 2018’an heta niha li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê di hucra yek kesî de tê girtin. Suleyman Benzer di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re binpêkirinên mafan anî ziman. Jinapa wî Gulten Benzer binpêkirinên mafan yê ku Suleyman pê re tê rû hev vegot.
 
‘Me mehekê dengê wî nebihist’
 
Suleyman ku di 2001’an de hat girtin û cezayê muebeta giran hat dayîn û di gelek girtîgehan de ma. Jinapa wî Gultenê da zanîn ku Suleyman ne tenê ye, ji bo wî di lêgerîna edeletê de ne û wiha dirêjî dayê: “Suleyman 11 sal in girtiye. Ji 2018’an heta niha di hucra yek kesî de ye. Em wek malbata wî bi rêk û pêk agahî jê nagirin. Ji ber muebeta giran lê hatiye birîn, tecrîd jî li ser heye. Jixwe em 15 rojan carekê bi telefonê dengê wî dibihizîn, lê rêveberiya girtîgehê gotinekê jî dikin hincet û hevdîtina telefonê qedexe dikin. Ev meheke em ji Suleyman agahî nagirin. Her tim cezayên dîsîplînê didin. Mafên wî tê binpêkirin.”
 
‘Suleyman rastî tecrîda giran tê’
 
Gultenê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Suleyman tenê di hucrê de tê girtin, rastî binpêkirinên mafan tê û wiha axivî: “Tevî tenê di hucrê de dimîne, gardiyan her tim bi ser hucra wî de digirin û tehdît dikin. Tiştan lê ferz dikin. Rojê saetekê derdixin hewayê. Lê wê saetê jî di saeta ku girtiyên edlî derdixin de eyar dikin. Suleyman di 2018’an de ketibû greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin. Hem em hem jî malbat zêde nikarin hevdîtinê bikin. Tecrîdê li ser tecrîdê pêk tînin. Em dixwazin Suleyman bê sewqkirin. Tevî ku hevalên wî yên dosyayê ne girtîne jî ew girtiye. Hem wî hem jî em malbata wî dixwazin ji Behrareş bê sewqkirin. Hemû daxwaznameyên me bê bersiv man. Li hember Suleyman helwestek wan ya taybet heye.”
 
‘Em li edeletê digerin’
 
Gultenê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê Suleyman bibin cem hevalê wî û televîzyonê bidin wî û wiha dawî lê anî: “Ji ber di hucra yek kesî de dimîne, ji bûyerên derve ne agahdare. Dixwaze ew jî agahdar be. Lê mafê ragîhandinê jê girtine. Ji ber ne rojaname ne jî televîzyonê didinê. Bi salane tenê dijîn. Em ji bo vê li edeletê digerin. Dibe ku cezayê muebeta giran lê birîbin lê Suleyman ne tenê ye.”