Dayikên Botanê: Dema daristan dişewitin kezeba me jî dişewite

  • 09:01 21 Tebax 2021
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX – Dayikên Botanê, bertek nîşanî şewatên daristanan dan û gotin: "Bi zanetî daristanên li Kurdistanê tên şewitandin. Dema daristan dişewitin kezeba me jî dişewite. Divê kurd li hemberî şewatan bêdeng nebin û xwedî li xweza û daristanên xwe derkevin." 
 
Êrîşên hikûmeta AKP’ê li herêma Botanê didomin. Yek jî parçeyê şerê taybet talankirina ekolojî ye. Li Botanê Çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê ji aliyê leşkeran ve di encama operasyonan de tên şewitandin. Şewat bi taybetî nayên mudaxalekirin. Dayikên Botanê bertek nîşanê şewatên daristanan da û gotin bi zanetî daristan tên şewidandin. 
 
‘Daristanên me bi zanebûn tên şewitandin’
 
Mûzeyyen Înan, anî ziman ku li Kurdistanê çiya û daristan bi zanebûn tên şewitandin û got: “Li Botanê daristanên me bi zanebûn tên şewitandin û darên me bi destên cerdewanan tên birîn. Kesên ku daristanên me dişewitînin û darên me dibirin dixwazin me bê daristan bihêlin. Heta kevirên daristanên me hatin şewitandin. Dema li aliyê rojavayê Tirkiyê şewat derdikeve hikûmet dikeve nav tevgerê. Lê belê dema daristanên me tên şewitandin tu tiştî nakin û bêdeng dibînin. Ji ber vê yekê jî bi vî awayî şerê taybet li herema me tê meşadin. Dar û daristan ji me re nehîştin. Daristanên me ku bi zanebûn tên şewitandin, dema em diçin ji bo vemirînin tên astengkirin. Ev jî nîşan dide ku dixwazin daristan û warên me tune bikin. Bi şewitandina daristanan xwezaya Kurdistanê tune bikin. Ji ber ku daristan jî parçeyek jiyana me kurdan e. Hikûmet şewatên Botanê re piştgûh dike. Dayikên me bi destên xwe xwezayê şîn kirin û xemilandin. Lê hikûmet niha daristanên me dişewitîne û dixwaze jiyanê ji me re bike dojeh.”
 
‘Çima li hemberî şewatan bêdeng in?'
 
Mûzeyyenê, di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li hemberî şewatên daristanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov tên qetilkirin tu kes deng dernaxe. Niha jî daristanên me tên şewitandin dîsa kes deng nake. Dema li metropolan şewat dertê hemû kes radibin ser piyan û deng derdixin. Çima ji bo daristanên Kurdistanê jî deng dernaxin. Çiya ji koka mirovahiyê ye. Dema çiya û daristan tunebin mirovahî jî tuneye. Hikûmet di her aliyê de êrîşê li me kurdan dike û ji bo me tune bike. Bi şewatê dixwazin dawiya kurdan bînin. Lê belê bila ew jî baş bizanibin ew bişewitînin em ê carekedin bi destên xwe xwezaya xwe şîn bikin. Cihê ku daristan tunebe jiyan jî li vir tuneye. Dema daristan dişewitin kezeba me jî pê re dişewite."
 
‘Çima daristanên li Kurdistanê dişewitînin’
 
Leyla Aslan jî diyar kir ku bi şewitandina daristanan dixwazin kurdan bê xweza bihêlin û ev tişt bi lêv kir: “Bi hinceta ‘ewlehiyê’ daristan li me tên qedexekirin. Ev jî têr nake darên me dibirin. Dixwazin qada jiyanê teng bikin. Êdî dar û daristan ji me re nehîştin. Ji ber şewatê bax û baxceyên me hemû hatin şewitandin. Darên me yên fêkiyan hatin şewitandin. Êdî wek berê em nikarin berhemên fêkiyên xwe bigirin. Dema daristanên li metropolan dişewitin bi teyareyan diçin vedimirînin. Lê dema şewat li vir derdikeve tu mûdaxele nayê kirin. Dema welatî diçin vemirînin jî tên astengkirin. Çima ev cûdahî navbera me de tê kirin."
 
‘Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin’
 
Leyla, bi lêv kir ku daristan çand û dîroka wan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê destûrê nedin ku çand û dîroka me tune bikin. Ew bişewitînin jî em ê carekedin xwezayê bi destên xwe şîn bikin. Em ê destûrê nedin ku xwezaya me tune bibe. Ev darên ku tên şewitandin dayik û dapîrên me bi destên xwe çandin û şîn kirin. Lê îro bi awayek zanebûn tê şewitandin. Divê li hember van şewatên daristanan gelê me yê kurd bêdeng nemînin. Em xwedî daristanên xwe derbikevin. ”