Siyasetmedar li Sêrtê bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin

  • 15:54 20 Tebax 2021
  • Rojane
 
SÊRT - Şandeya ku ji KCD, TJA, DBP û HDP'ê pêk tê di çarçoveya hevdîtina gel de berê xwe dan Sêrtê. Şande li Sêrtê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
 
Hevdîtina gel a ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê didome. Şandeya ku ji KCD, TJA, DBP û HDP'ê pêk tê îro hatin Sêrtê. Şandeyê berî hevdîtina îşev saet 16.00’an li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajêr bê lidarxistin, bi gel re hatin gelhev. 
 
Her wiha Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, ji navçeya Misircê bi konvoyê derbasî Sêrtê bûn. Konvoya HDP’iyan, li ser rê bi tilîlî, çepik û nîşaneyên serkeftinê hatin pêşwazîkirin.   
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Serokwekîla Komê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Feleknas Ûca, Remziye Tosûn, Necdet Îpekyuz, Siddik Taş, Omer Ocalan, Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyan bi Sancar û Aydenîz re serdana gel û esnafên bajêr kirin. 
 
Şande, di serdanê de rastî eleqeyek mezin hat û bi berzkirina dirûşmên “HDP gel e, gel li vire”, “Berxwedan jiyane” û “Bijî berxwedana HDP’ê” hatin pêşwazîkirin. Salîha Aydenîz û Mîhat Sancar bi kesên bi wan re, kargehên cadeyên GAP, Gunes, Aydinlar û Cumhuriyetê ziyaret kirin. Şandeyê di serdanê de, guhdarî pirsgirêkên dikandaran kirin. 
 
Li aliyê din, şandeyê di dema serdanê de gel û esnaf vexwendin hevdîtina îşev saet 16.00’an bê lidarxistin.