Li Qilebanê civîna gel a ‘Dema azadiyê’

  • 15:26 20 Tebax 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” de li navçeya Qilebanê civîna gel li dar xist û piştre çûn serdana esnafan. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” li Botanê xebatên xwe didomîne. HDP, di çarçoveya kampanyayê de li navçeçeya Qilebana Şirnexê civîna gel û serdana esnafan pêk hat. Alîkarî Hevserokên Giştî yê HDP’ê parlamenter Tayîp Temel, parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr û Hûseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bernameyê bû. 
 
Beriya bernameyê Şandeya HDP’ê, ji aliyê gel ve li Ava Spî bi tilîlî, çepik, dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin  pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê girseyê govend gerand. Piştre jî civîna gel hat lidarxistin. 
 
Di civînê de Tayîp Temel axivî û destnîşan kir ku gelê Botanê li dijî hemû êrîşan ser lingane û got: "Gelê kurd li dijî zilm û zordariyê tu carî serî netewand û têkoşîna xwe meşand. Werin em bi hev re li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin."
 
Piştî civînê, Şandeya HDP'ê serdana esnafan kir. Şande ji hêla esnafan ve bi dirûşma "HDP gel e, gel li vir e" hatin pêşwazîkirin. Piştî serdana esnafan bernameya HDP'ê ya li Qilebanê hat bi dawî kirin.