'Kulîlik kirîn kirin hinceta girtinê'

  • 14:25 20 Tebax 2021
  • Rojane
 
MÛŞ - Ji rêvebera HDP'ê ya Mûşê Çîçek Tutuş a di çarçoveya doza ku Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergiz lê hatibû girtin de, îfadeya wê hat girtin. Ji Çîçek kulîlkên ku li jinan belav kiribûn û hevdîtina wê ya bi Belmayê re kiribû, hatin pirsîn..
 
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nêrgîz di rojên derbasbûyî de, hatibû binçavkirin û girtin. Di lêpirsîna derbarê Belmayê tê birêve birin de, biryara veşartinê hatiye dayîn. Piştî ku Belma hat girtin, polîsan di çarçoveya dosyayê de, bangî rêvebera HDP’ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş kirin ku îfade bide. Polîsan di dema îfadeyê de, pirsa kulîlkên ku di 8’ê Adarê de li jinan belav kiribûn û hevdîtinê telefonê yên bi Belmayê re kiribûn, pirsîn.
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser mijara sûcdarkirina Rêveberiya HDP'ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş û li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev nirxandin kir: “Hevseroka me ya Bajarê Mûşê Belma Nêrgiz, di 8’ê Adarê de, ji ber ku kulîlkên ji jinan re bên dayîn kirîn, hat girtin. Ev jî delîla wê ye. Ji bo ku hevalên me bigirin, sûcan diafirînin.”