Li Mexmûrê koma 124'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 12:21 20 Tebax 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 124’an çalakî dewir girt û çalakî 246 roj in didome. Di merasîma dewr girtinê de hat diyar kirin ku heta serkeftinê dê têbikoşin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 246 roj in bi awayek biryardar berdewam dike îro koma 124’an çalakî dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir.
 
Li ser navê koma 123’yemîn Ferqîn Kara axivî û çalakvanên li Kamp Lavrîo silav kir. Ferqîn wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di şexsê Rêber Apo de êrişek topyekûn li ser Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd heye. Şêwazê kuştin, faşîzm û înkar kirinê li ser me tê sepandin. Dixwazin di her aliyê jiyanê de me teslîm bigrin. Ev nêzîkatiyên xwe yên bê exlaqî kêlî bi kêlî li ser gelê me didin meşandin. 
 
Dewleta Tirk ya faşîst hebûna Gelê Kurd ji bo xwe weke tunebûyîn dibîne lewma her curên tunekirinê li ser Gelê Kurd pêktînin. Dewleta Tirk ya faşîst ji bo ku pergala xweseriya demokratîk tunebike êriş li ser Şengal, Mexmûr û Rojava pêktîne. Weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî bêdudulî em ê heya dawiyê li pey doza xwebin û bi paradîgmaya Rêber APO re jiyan bikin. Ji bo parastina xeta Rêber APO û rêhevalê Şehîd em ê her tiştê bikin. Heya em ne gihijin armanca xwe em ê her cûre çalakiyan pêkbînin." 
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.