Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • 12:03 20 Tebax 2021
  • Rojane
STENBOL - Li navçeyên Stenbolê rêveberên HDP’ê jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan li navçeyên Stenbolê serê sibê bi ser malên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek welatiyan de girtin. Di serdegirtinên li navçeyên Sûltanbeylî, Sancaktepe, Kartal, Esenyûrt û Sûltangaziyê pêk hatin de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Tê gotin ku ji binçavkiriyan gelek ji wan rêveberên HDP’ê ne. 
 
Navê binçavkiriyan wiha ye: “Elvan Uçar Kordu, Ferhat Yildiz, Ramazan Kuni, Ayatullah Yavuz, Erol Aktaş, Veysel Ozdaş, Nîzamettîn Açik, Metîn Beyret, Suat Yildiz, Selîm Boga, Bîlal Adiguzel, Bedrettîn Aytun, Kerbela Bakir, Îsmail Înedî (75) û Îlknur Yusufoglu.”