Malbata Şenyaşar: Nobeta edaletê dê li Enqerê bidome

  • 11:58 20 Tebax 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê"165 roj in didomîne. Malbatê da zanîn ku piştî betlaneya edlî dê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomînin.
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar, di roja 165’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar vê sibehê dîsa hatin ber edliyê û dest bi çalakiya xwe kirin. 
 
Ferît Şenyaşar banga têkoşîna hevpar li wan malbatên ku li bajarên cuda têkoşîna “edaletê” didin kir. Ferît, destnîşan kir ku li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna wan di bin zilmê de didome û got: “Ji bo têkoşîna me ya edaletê li tevahiya Tirkiyê hestiyarek çêbû. Her çiqas hin medyaya netewî çalakiya men ebîne jî parlamenterên li Meclîsê, saziyên civakî yên sivîl ji me agahdar in. Gelek malbat û kes wek me ji edaletê bêpar mane hene.” 
 
Ferît, da zanîn ku ji ber ku betlaneya edlî ye têkoşîna li ber edliyeya Rihayê didome û wiha axivî: "Wextê ku betlaneya edlî biqede em ê têkoşîna xwe veguhezînin Enqereyê. Em ê hewl bidin ku malbatên li edaletê digerin bên cem me da ku dengê me yê edaletê bilind derkeve. Ez li vir bang li tevahiya mirovên bi bêedaletiyê re rûbirû ne dikim; Werin em daxwaza xwe ya hevpar bi hev re qîr bikin û bila vê hiqûqa serdestan bi dawî bibe.”