Aktîvîsta TJA’yê Turkan: Li dijî şîdetê parastina bi rêxistinî divê

  • 09:10 20 Tebax 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Turkan Kocadag, bal kişand ser kujerên jinan û got: "Di dosyayên kujeran de gelek sûcên ku pêk hatî hene û ev tişt ne tesadûfi ye. Rêxistinbûneke xirab heye lê jin jî dê li dijî wan xirabiyan dê bi rêxistinî xwe biparêzin." 
 
Li Tirkiyeyê kuştina jinan demên dawiyê gelek zêde bûn. Ligel bertek û çalakiyên raya giştî ya li hemberî kuştina jinan dîsa jî kujer serbest tên berdan. Di dosyayên kujer û êrişkaran de gelek heman sûc hene lê dîsa serbest tên berdan. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Tarkan Kocadag, ji ajansa me re behsa rewşa niha kir û banga birêxistinbûne kir. 
 
'Dixwazin jinê ji kolanan dûr bixin'
 
Turkan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna asta şîdetê û got: "Bi kuştinê jin tên tirsandin û dixwazin jinê ji kolan dûr bixin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi gotinên xwe piştgiriyê dide kujeran. Di daxuyaniyên ku di sala 2013'yan heta niha tê dayîn de kuştina jinan ji sedî sed zêde bû. Di nav 8 mehên îsal de ji ber gotinên zayendperestiyê 100 jotir jin hatin kuştin. Ev tişt ji ber gotin û helwesta îqtîdarê pêk tê."
 
'Civak êdî dirize...'
 
Turkan, da zanîn ku kujer ji gotinên îqtîdarê hêz digire û dibêjê "Ez ê piştî 6 meh şûnde carekdin serbest bêm berdan". Turkan wiha bi lêv kir: "Qanûnên ku heyî kujer û êrişkaran diparêz e û cesaretê dide wan. Ev tişt nîşaneya rizandina civakê ye û ev rewş mirovan gelekî xemgin dike. Bi her awayî di nav civakê de rizandin û dejenerebûn pêş ketiye. Cudakariya li hemberî jinê û îhlalkirina mafê jiyanê ya jinê bi qanûnan re girêdayîye. Li cihê ku edalet û hiqûq tunebe li vir xizanî, birçîbûn, dizî, êrîşên nîjadî, rant, şîdet û kuştin heye."
 
'Kujer û êrişkar ceza nagirin'
 
Turkan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şev nîvê şevê serokkomar Peymana Stenbolê ya ku parastina jinan dikir betal kir. Ev tişt tenê li cihên ku qanûn nayên pratîzekirin tê kirin. Her wiha şev nivê şevê bi biryarnameyekî hemû kujeran serbest berda. Ev kujerên ku serbest hatin berdan di heman rojê de bi dehan jinê qetil kir. 'Kêmkirina cezayê û rewşa baş' li hemberî cezayên giran dibe asteng û kujer û êrişkar ceza nagirin. Ligel cezayê ev kes nayên binçavkirin jî. Di sala 2019'an de li Avcilara Stenbolê Seda Kurt li ber çavê zaroka xwe bi 19 darbeyên kêrê hat qetilkirin lê heta îro jî kujer nehatiye girtin. Li her derê Stenbolê kamera hene û çawa dibe ku kujer nayê girtin? Ev tişt nîşaneya parastina kujeran e."
 
'Baweriyame ji zîhiyeta heyî nayê'
 
Turkan, diyar kir ku divê kujer û êrişkar cezayên giran bigirin û wiha got: "Divê li girtîgehan kujer nebin makîneyeke cezayê. Bi perwerdeyan bê guhertin. Her wiha li dijî kuştin û şîdetê jî divê jin xweparastina xwe pêş bixin. Zîhniyeta ku dibêje baweriya me ji Talîbanê cudatir nîne, gotineke ne hesan e û divê baweriya me ji vê zîhniyetê neyê. Jinên kurd bi dirûşma 'heq nayê dayîn tê girtin' dê têkoşîna xwe bidomîne. Jin dê bi piştevaniyê li dijî zîhniyeta heyî têkoşîna xwe mezin bike." 
 
Turkan, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li kolan, tax û di qadên jiyanê de jin dê rêxistinbûna xwe pêş bixe. Rêxistinbûneke xirab heye lê jin jî dê li dijî wan xirabiyan dê bi rêxistinî xwe biparêzin."