ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 20 Tebax 2021
  • Rojev
 
* "Zayend çiye? Em vê pirsê ji 50 kesên nêzî xwe bipirsin, bersivên destpêkê yên bên dayîn ‘Zêdebûne, qirêjiye, parvekirina evînê ye, hatina gel heve, şerme, gunehê mirovahiyê ye, ji rêderketine, ji bo mêr şerte, ji bo jinê ne şerte, aktîvîteyek bê nirx a mirovahiyê ye’ ne." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Aktîvîsta TJA'yê Turkan Kocadag, bal kişand ser kujerên jinan û got: "Di dosyayên kujeran de gelek sûcên ku pêk hatine hene û ev tişt ne tesadûfi ye. Rêxistinbûneke xirab heye lê jin jî dê li dijî wan xirabiyan dê bi rêxistinî xwe biparêzin." 
 
*Bijîşka efgan Zakira Hekmat, da zanîn ku jinên efanî naxwazin vegerin 20 sal beriya niha û got: "Niha çi be serê me ne diyar e. Li vir mirov di nav tirsê dijîn. Efganî êdî naxwazin di nav şer û rewşeke nediyar de bijîn." BI DÎMEN 
 
* Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyeya "Dema Azadiyê" li navçeya Qilebana Şirnexê serdana esnafan û civîna gel li dar bixe. (11.00) BI DÎMEN