Li Wanê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin

  • 17:01 19 Tebax 2021
  • Rojane
 
WAN - Di 2'yemîn salvegera tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de îro daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê planên qeyûman serûbin bikin û dê dev jî têkoşîna xwe bernedin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin. Îro 2'yemîn salvegera tayînkirina qeyûman e. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkilarî mijarê de li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter û rêveberên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê yên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em HDP'î ne li her derê ne. Em li dijî qeyûman têdikoşin” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
Hevserokê Rêxistina HDP’a Wanê Fîkret Dogan ewilî axivî û destnîşan kir ku îro ew serdemek tarî teşhîr dikin, gelê wan qeyûman qebûl nekiriye û wê neke û ew soz didin gelê xwe dê qeyûman biqewirînin. 
 
Piştî Fîkret, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê ya ku li şûna wî qeyûm hatî tayînkirin Mustafa Avci axivî û got: “Qeyûm dizî ye, talan e, darbe ye û ji bo gel barê deynan e. Çawa piştî qeyûmên xwe ewilî bi ser neketin, hûn ê di vê serdema pêşiya me de wek hosteyên xwe têk biçin. Dibe ku niha bi qeyûman dest danîbin ser şaredariyên me lê em ê hemû qirêjî û planên wan serûbin bikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî bi silavkirina hevşaredarên girtî dest bi axaftina xwe kir û niha gelek hevşaredarên wan di zindanan de ne girtî ne. Meral, diyar kir ku ji bo şaredariyên wan werin desteserkirin lêpirsînên beredayî û bêbingeh li hevşaredarên wan hatin vekirin û li qeyûm danîn şûna gelek qeyûman, tenê li Nisêbînê 4 caran qeyûm hat guhertin û got: "Qeyûmên xwe jî naecibînin û hemû qeyûmên wan diziyê, talanê û gendeliyê dikin.”
 
Meral, da zanîn ku qeyûm ne ji bo xizmeta xelkê ji bo ku diziyê û rantê bikin li ser kar in û ji ber ku daraz bûye amûra îqtidarê tiştek nake. Meral, anî ziman ku şerma vê îqtidarê qet nîne û şaredariyên wan veguherindine qereqolan, qeyûm bi sedan parêzvanan li bajaran digerin û paşê radibin dibêjin ‘em vî gelî temsîl dikin.’ Meral, destnîşan kir ku qeyûm Gelê Kurd temsîl nake û wiha axivî: “Hûn di wan avahiyan de bekçîtiyê dikin. Em we nas nakin. We dest daniye ser mal, milk û nanê xelkê. Qeyûm îradeya gelê kurd nas nakin. Qeyûm dijmantiya gelê kurd dikin. Hurmeta mafê hilbijartin û hilbijêr nayê girtin. Qeyûm di dijminatiya kurdan de derketine asta herî jor. Çimkî tifaqa AKP-MHP li ser dijminatiya gelê kurd hatiye avakirin. Tirkiye veguheriye komara rejîma qeyûman. Kesek biçe fezayê û bi kurdî anonsê bike wê li dijî wî/wê dijminatiyê bikin. Em ji we bi hêztir in. Çimkî em mafdar in. Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê.” 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.