HDK: Êriş berdewama zîhniyeta DAIŞ'ê ye

  • 14:28 19 Tebax 2021
  • Rojane
 
STENBOL - HDK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên li hemberî Şengalê şermezar kir û got: "Dewleta tirk li dijî êzidiyan sûcê şer dike. Em bang li gelên Tirkiyeyê û cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin xelkê êzidî."
 
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî êrişên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û êriş şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 17'ê tebaxê de bombe li nexweşxaneyek li gundê Sikêniyê ya Şengalê barandin û di encama vê êrişê de 8 kesî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Ev yek nîşan dide ku polîtîkaya DAIŞ'ê ya qirkirina êzidiyan bi destê Tirkiyeyê dewam dike.
 
Ev êrişên li dijî Şengalê dewama polîtîkayên qirkirinê yên li dijî civaka êzidî ye. Li dijî DAIŞ'ê ku Rojhilata Navîn bi tarîtiyê veguherandiye qada şewatê, xelkê êzidî bi têkoşîna xwe berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Ev êrişên ku gefê li hebûn û mafên têkoşîna xelkê êzidî dixwin, dewama zîhniyeta DAIŞ'ê ye.
 
Ev êrişa ku li navenda bajêr li sûkê dest pê kir, bi bombekirina nexweşxaneyê gihîşt asteke cuda. Tevî ku yek ji sûcên herî giran ên exlaqî ye, her wiha bi binpêkirina peyman û qanûnên neteweyî û navneteweyî re sûcê hiqûqê hatiye kirin.
 
Bombekirina nexweşxaneyê ku di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest da sûcekî şer e ku divê bê darizandin. Berpirsyariya her kesî ye ku xwedî li xelkê êzidî derkevin û bi navê Kongreya Demokratîk a Gelan êrişên li ser xelkê êzidî şermezar dikin û em bang li gelên Tirkiyeyê û cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin xelkê êzidî."