'Nobeta Edaletê' 164 roj in li ber Edliya Rihayê didome

  • 13:14 19 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Li pêş Edliya Rihayê "Nobeta Edelatê" a malbata Şenyaşar 164 roj in didome û îro di çalakiyê de carek din daxwaza xwe ya pêkanîna edaletê anîn ziman. 
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 164’emîn de didome. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de li “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kirin. 
 
Malbatê ku pankarta wêneyê ambûlansa dema Bav Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar tê de bûn êrîş lê hat kirin ser cih girt û nivîsa “Di 14’ê hezîrana 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kurên wî hatin qetilkirin. 3 sal in yek girtî jî nîne! Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo herkesê edalet” ser dinivîsî danî ber bloken beton ên li pêş edliyeyê, têkoşîna xwe ya edaletê ji kesên rêya wan dikeve edliyeyê re vegotin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabên Miduriyeta Polîsan a Rihayê û Walitiya Rihayê etiket kirin û ev peyam parve kir: “Daliqandina pankarta ku nivîsa “Em edaletê dixwazin” li ser dinivîsand, wêneyê pankartê ku bi bariyeran ve kirin û wêneyê aîdî biraziyê parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Îbrahîm Yildiz ku ji kargehê gule berdide ser heye li gorî qanûnê sûc e, ji ber vê miduriyeta polîsa cezayê pere ji me re birî. Hûn çima kesê ku bi çekê êrişî kargeha me kir nagirin? Qasî ku dewlet adil be bihêz e.”