Fatma Kurtalan ji Silopiyê bang kir: Dem dema azadiyê ye

  • 08:36 19 Tebax 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de, parlamentera HDP'ê li Silopiyê tevlî civîna gel bû û got: "Li dijî êrîşan divê em yekîtiya neteweyî ava bikin. Em rêxistinbûyîna xwe bi hêz bikin. Êdî bes e, dem dema azadiyê ye.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyeya "Dema Azadiyê” de li Parka Ahmet Kaya ya navçeya Silopiya Şirnexê civîna gel li dar xist. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtalan, Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û Hûseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavluk û bi sedan kes tevlî civîna gel bû. Di civînê de pankarta “Tekoşina jinê wê faşizme têk bibe, azadiyê bilind bike” hat daliqandin û Dayikên Aştiyê jî dovîzên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Bibe dengê girtîgehan” û “Bijî berxwedana zindanan” bilind kirin.
 
‘Êrişê destkeftiyên jinan hat kirin’
 
Civîn piştî deqeyek rêzgirtinê bi axaftina Fatma Kurtalan a HDP’yî dest pê kir. Fatma, destpêka axaftina xwe de sê jinên siyasetmedar ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku di 5’ê çileya 2016’an de hatin qetilkirin bi bîr anî. Fatma, destnîşan kir ku li Botanê gelek tiştan re îmzeya ewilî avêtiye û wiha got: “Dema mirov têkoşîna jina kurd dinêre, li cîhanê û Tirkiyê jî herê zêde jin tên kuştin. Herê zêde jî li ser bedena dilîzin. Mixabin ku şerê giran a ku li Tirkiyê diqewime de herê zêde jin jê bandor dibe. Îktîdar bi hevkarê xwe ve tundiyê pêşxist û destpêkê de jî destkeftiyên jinan hedef digire. Li ser vî axê dixwazin zilmê bidin dest pê kirin. Gav bi gav li Tirkiyê belav dibin. Dema qeyûm hatin tayînkirin me wan îkaz kir û bi vê tiştê Tirkiyê didin meşandin. Dema qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin yekem êrîşê saziyên jinan kirin. Dest danîn ser pergala ku  jin û mêr bi hevre bimeşînin û îlegalîze kirin. Hevalên me yên hevserook mehkûm kirin.”
 
‘Em jin pêşengiya vî têkoşînê dikin û bi biryar in’
 
Fatma, diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP’ê ji têkoşîna jinê ji ber ku ditirsin êrîşên li dijî jinan zêde kirine û wiha pêlda axaftina xwe: “Em li her derê ne û li qadan e. Êdî dem dema azadiyê ye… Em jin pêşengiya vî têkoşînê dikin û bi biryarin. Şerek heye û di vî şerê de herî zêde tecrît tê xwedî kirin. Bi tecrîdê dixwazin îktîdara xwe dirêj bikin û berîkên xwe bi tijîkirinê re mijûlin. Ji ber vî yekê tecrît tu carê nayê qebûlkirin. Kurd, Birêz Ocalan ji xwe re wek Rêberek dibînin. Hêza wî heye ku vî şerê xilas bike û vî dabû nîşandan jî. Birêz Ocalan gotibû ‘Ez ê di nava hefteyekê de çareser bikim.’ Ger ku Tirkiye ew qas ser gotina xwe ye bila vî tiştê bi cih bîne. Lê belê vî qebûl nekirin û maseya çareseriyê hilweşandin. Em ê têbikoşin. Heta ku Birêz Ocalan digihîje azadiya xwe. Divê êdî Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rola xwe ya çareseriya demokratîk bilêyize.” 
 
‘Li dijî êrîşan divê em yekîtiya neteweyî ava bikin’
 
Fatma, bal kişand ser  Şengalê ku Tirkiye êrîş dike û ev tişt got: “Tirkiye, li Şengalê bi gulebarankirinê ve mijûle. Êzidiyan 74 fermanan jiyan. Heta niha hîn 3 hezar jinên êzidî winda ne. Li ser vê yekê jî Tirkiye êzidiyan gulebaran dike. Li dijî van êrîşan divê em yekîtiya neteweyî ava bikin. Em rêxistinbûyîna xwe bi hêz bikin. Êdî bes e, dem dema azadiyê ye.” 
 
Herî dawî Alîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel axivî. 
 
Civîna gel, piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.