TAJÊ: Divê hesabê komkujiyan were pirsîn

  • 15:43 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrişan û got: "Pêwîste hesabê van komkjiyan were pirsîn. Heya ku hesab neye pirsîn em ê wek civaka êzidî, di serî de jinên êzidî tekoşîna xwe ji bo azadiyê û xweseriya Êzidxanê bilintir bikin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrîşa li hemberî Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertekên xwe anîn ziman. 
 
Di daxuyaniyê re wiha hat gotin: "Di serî de em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî sersaxî ji malbata Şehîd Seîd, şehîd İlyas, ji bo malbatên hemû şehîdên komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê, civaka êzîdî û hemû kurd û Êzidiyan dixwazin.
 
Heval Seîd bi dehan salan ji bo hebûn û azadiya êzîdî bi fedakariyek mezin xebatên xwe dimeşand. Di dema fermana 2014’an de di eniyên herî pêş de pêşengtî kir û li dijî DAIŞ’ê şer kir. Heval Seîd ji bo gelê me yê êzidî pêşeng bû. Hedefgirtina pêşengên êzidî tenê berdewamiya Fermana DAIŞ’ê ye.  Dewleta tirk a faşîst û hevkarê wê Kazimi dixwazin di şexsê van pêşeng û fermandaran de vîna civaka êzidî bişkînin û pêşî li fermaneke nû vekin.
 
Tenê kujer destek didin kujeran...
 
Piştî Fermana 2014’an êzidî xwe bi rêxistin kir. Bi xwe sazî û dezgehên xwe avakir. Nexweşxaneya li Sikeniyê yek ji cîhên ku bi keda millet hatiyê avakirin bû û bi salan di hêla tenduristî de xizmeta milletê xwe dikir. Îro jî rojanê nexweşên  Covid 19 serdana nexweşxaneyê dikirin. Di encama êrîşên hewayî yên 17’ê tebaxê de ev destkeftiya êzidî hat ruxandin. Nêzî 10 kedkarên tenduristî û nexweş jiyana xwe ji dest dan ango birîndar bûn. Hovitiyek di vê astê de li tu deverê nayê dîtin. Ev êrîşana di dema serdana Kazimî de pêk hatin. Li dewsa ku Kazimî ewlehiya Şengalê bide xurtkirin, rê ji bo komkujî û komkujiya êzidiyan vedike. Tenê bi erêkirina Kazimî dewleta tirk a faşîst, ku dijminê hemû êzidiyane, dikarê êrîşên xwe pêkbînê. Tenê kujer destek didin kujeran. Em ê weke Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî li beramberî van êrîşan bêdeng namînin.
 
‘Divê hesabê komkujiyan were pirsîn’
 
Pêwîste hesabê van komkjiyan were pirsîn. Heya ku hesab neye pirsîn em ê wek civaka êzîdî, di serî de jinên êzîdî tekoşîna xwe ji bo azadiyê û xweseriya Êzidxanê bilintir bikin. Heya kujerên hov mîna Erdogan û hevkarên wan PDK û hikûmeta Kazimî hesabên kiryarên xwe yên qirêj nedin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê ji bo xweserî û azadiya Êzidxanê têbikoşin. Em hêz û baweriya xwe ji şehîdên xwe, civaka xwe û ji felsefe û îdeolojiya Rêber Apo digirin. Li ser vê esasê em bang li hemû êzidiyên li seranserê cîhanê dikin ku li beramberî vê hovitiyê bê deng nemînin û bi çalakiyan xwedî li milletê xwe derkevin."