Li Mexmûrê koma 123'yemîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 12:15 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 123’yan çalakî dewir girt. Di çalakiya dewr girtinê de êrişa li hemberî Şengalê hat şermezarkirin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 244 roj in bi awayek biryardar berdewam dike îro koma 123’yan çalakî dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.
 
Li ser navê koma 122’yan Cehwer Kara axivî û bal kişand ser êrişên li hemberî Şengalê: "Weke tê zanîn dijminê kurdan li her çar aliyên Kurdistanê êrişekî mezin daye destpêkirin. Ev planên hikûmeta Erdogan demekî dirêjin li ser tevgera azadiya gelê Kurdistanê tên sazuman kirin. Ev planên wan yên qirêj ji zîhniyeta wan ya dewletparêz û nijatperest tê. Desthilatdariya xwe ya yek netew dayîna ferzkirinê tê. Em dikarin bêjin ku êrişên duh li hemberî Şengalê pêk hatîn, êrişên ku li Rojava, Başûr û li ser Mexmûrê pêk tên bi heman hişmendiyê pêk tên. 
 
Lê encama van êrişan çi dibe bila bibe nikarin li hember îradeya azad ya Gelê Kurd bi ser kevin. Ji ber ku dewleta tirk di terzê xwe yê şerkirinê de jî bi bêrûmetî şer dike, tu sînoran nas nake. Êrişên goristanan dike, bi cenazeyan dileyîze cudatiyê naxe navbera jin û zarokan. Ji ber wê sedemê tu carî nikare li hember îradeya gel û gerîlayên Kurdistanê serbikeve. 
 
Her wiha êrişên dewletê yên herî mezin jî li ser rêxistin û yekitiya jinane ku nîvê civakê pêk tîne, bi taybet jin a kurd. Ji ber ku ji îrade û hêza jin di tirse û dizane ku bi ser nakeve. Ev nîşan dide ku dawiya desthilatdariya rejîma Erdogan e. Em rêxistin, yekitî û xwedîderketina gelê Mexmurê ya li çalakiyan pîroz dikîn û serkeftinê dixwazin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.