Li Botanê xebatên kampanyaya 'Dem azadiyê' dest pê kir

  • 12:03 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - HDP'ê di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê' de li Cizîra Şirnexê civîna gel li dar xist. Di civînê de êrişên li hemberî Şengalê hat şermezar kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyeya “Dema azadiyê” li Eywana Konferansa navçeya Cizîra Şirnexê civîna gel li dar xist. Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel, parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û Hûseyîn Kaçmaz, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî civîna gel bûn.  
 
Bername piştî deqeyek rêzgirtinê bi axaftina parlamenter Tayyîp Temel dest pê kir. Tayyîp, anî ziman ku ew ji pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û got: “Li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna hebûnê tê dayîn. Gelê ku sed sal in hatiye parçekirin û kolekirin, beriya 40 sal pêşî têkoşîna azadiyê ji nû ve vejiya. Meha tebaxê ji bo Gelê Kurd û gelê Botanê mehekî dîrokî û xwedî wateye. Gelê kurd 40 sal in bê navber têkoşîna hebûnê dide. Ev têkoşîn li beraberî bedelên giran û têkoşînek mezin gihîşt merheleyek dîrokî. Îro berhemên têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê te dayîn. Jin li wir pêşengiya civakê dikin. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi wê rih û felsefeya xûrt niha pêşengiya Rojhilata Navîn dikin. Gelên erep, sûryanî, tirkmen û hemû gelê din li Rojavayê Kurdistanê xeta azadiyê û jinparêz ji xwe re mînak digirin. Ev jî serbilindiya keda Botanê ye. Ev têkoşîn li Botanê dest pê kir. Ji ber vî yekê li dijî têkoşîna 40 salî niha polîtîqayên qetlîamê û tunekirinê taybet hatin meşandin. Tu mafê hebûnê ji Gelê Kurd re nayê dîtin.”
 
‘Ew ê nikaribin vîna Gelê Kurd bişkînin’
 
Tayyîp, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Şengalê û wiha axivî: "Kesên ku neyartiya Gelê Kurd dike duh li Şengalê dîsa rûyê xwe yê kûjer û kûjer nîşanê me da. Rejîma faşîşt ku niha li ser kare qebûl nake kul i başûrê Kurdistanê, li Iraqê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê azad bibe û bibe xwedî nirx û nasname. Êzidiyên ku pêşengiya kurd dike 74 fermana neqediyaye, îro rejîma AKP’ê kar û barên ku DAÎŞ’ê nîvco hîştiye û bi berxwedanê hatiye şikandin dixwaze heman tiştê bike. Êrîşa ku duh li Şengalê pêk hat jî wateya wî ev e. Ev pergala qetlîamkar li Konya, Îzmîr û li metropolên Tirkiyê hemû li ser kare. Dixwazin tiştekê wisa ava bikin ku kurdiyatî sûc e bidin nîşandan. Ew çi dikin bila bikin nikaribin bi komkûjî û êrîşan koka gelê kurd zûha bikin. Ew ê nikaribin vîna gelê kurd bişkînin.”
 
‘Ev çîrok bi tecrîdê dest pê kir’
 
Tayyîp, dawiyê de bal kişan ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bi lêv kir: “Ev çîrok bi tecrîdê dest pê kir. Tiştê ku niha dikin bi tecrîdkirina Rêzdar Ocalan dest pê kir. Dixwazin bi tecrîdê Kurdistanê bandor bikin. Ew difikirin ku Rêzdar Ocalan bê tecrîd kirin, sazî û dezgehên gelê kurd, şaredariyên Gelê Kurd têk bên û li dijî saziyan êrîşên dagirker rêve bibe. Bi êrîşan difikirin ku gel paşve gav paşve bavêje. Lê belê bila baş bizanibin ku Gelê Kurd bi firk, raman û felsefeya birêz Ocalan xwedî nav û xwedî nasname bûn. Ne girtina HDP’ê, ne êrîşên hovane yên li dijî gelê kurd nikare xeta Rêzdar Ocalan li Bakurê Kurdistanê qels bikin.” 
 
Piştî axaftina Tayyîp, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.