TJK-E : Em ê bibin dengê jinên efganî

  • 11:35 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji jinên Efganî diyar kir û got ew ê bidin dengê jinên Efgan.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) piştî ku Efganîstan radestî Talîban hate kirin bal kişande ser rewşa jinên efgan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin. "Jinên efgan li dijî her cure paşverûtiyê, ji bo ku jiyanek wekhev-azad û demokratîk bijîn bi salan têkoşiyan, çandeke berxwedanê danîn. Li dijî îdam, recm, tecawizê û gelek pêkirinên hovîtî û êrîşan têkoşiyan. Di vê rêyêde berdêl dan. Îro divê bi jinên efgan re piştevanî û têkoşîn were geşkirin. Li ser vê bingehê em Tevgera Jinên Ewropayê di nav her şert û mercî de piştevanê xwîşkên xwe yên efgan bin. Tu jin ne bi tenê ye. Û em ê bibin dengê her jinê.''