Kesên ku li Amedê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

  • 11:11 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê ji 58 kesên hatibûn binçavkirin 56 kes piştî îfadeyên li miduriyeta polîsan hatin berdan. Du kes jî dema binçavkirina wan hat dirêjkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13'yê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kesan binçav kiribûn. 56 kesên ku îfade dan li Miduriyeta Polîsan a Amedê serbest hatin berdan û dema binçavkirina du kesan jî hat dirêjkirin.