Xebata Tifaqa Kurdistanî êrişa li hemberî Şengalê şermezar kir

  • 11:00 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED -  Di dijî êrişên li hemberî Şengalê Xebata Tifaqa Kurdistanî daxuyaniyek da û got: "Em li hemberê ve êrişê banga helwestgirtinê û şermezarkirinê, ewilî ji Neteweyên Yekbûyî û ji raya giştî ya navnetewî dikin. Ev êriş rasterast û vekirî destdirêjiya serweriya rêveberiya Herêma Kurdistanê ye."
 
Xebata Tifaqa Kurdistanî êrişên balafirên şer ên Tirkiyê yên li hemberî Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. Daxuyanî bi sernavê "Em êrişên firokeyên şer a dewleta Tirk li ser Şingalê şermezar dikin" hat weşandin. 
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê êriş li ser Nexweşxaneyek pêk anî. Ji piraniya wan xelkên sivîlên ku nexweşên coronayêne têne dermankirin mirî û birîndar hene. Em bi tundî êrişê şermezar dikin û ji birîndaran re saxî û silametiyê dixwazin.
 
Li gor qanûn û peymanên navnetewî, di rewşa şer de jî armanc girtina qadên xelkên sivîl û nexweşxaneyan hatiye qedexekirin û her weha tawaneke mezin e. Em li hemberê ev êrişê banga helwestgirtinê û şermezarkirinê, ewilî ji Neteweyên Yekbûyî û ji raya giştî ya navnetewî dikin. Ev êriş rasterast û vekirî destdirêjiya serweriya rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Em banga li Hikumeta Kurdistanê jî dikin ku vê êrişê şermezar bike. Em bang li Hikumeta Tirkiyê dikin; rêz li daxwaza xelkên Şingalê û barîdoxa Kurdistanê bigrin.
 
Qada asîmaniya xwe bigirin
 
Do berî çend saet ji serdana serokwezîrê Iraqê Kazimî bo Şingalê, ji aliyên firokeyên şer ya Tirkan bordumankirina qada bajêr, û îro jî nexweşxaneya wê dide xuyakirin ku bê agahiya Hikumeta Iraq a Fedaral nehatiye kirin. Hikumeta Kazimî wekî ew polîtikayên xwe yên erebkirina Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê, bi awayeke cuda ligel hevkariya hikumeta Tirkiyê li Şingalê jî dişopîne. Em banga Hikumeta Iraq a Federal dikin, helwestek li dijî van êrişên serpêçiya/destdirêjiya qada asîmaniya xwe bigrin. Bi honana dîwaran li dorberên Tirkiyê jî, vekirî xuya dibe ku  li hundir û li derve polîtîkayên li ser nemana destkeftinên miletê kurd çareseriyê nahêne. Ji bo danîna pireya peywendî û aştiyê ligel Rojhilata Navîn, em banga naskirina rasterast û fermî bi destkeftinên aliyên/parçeyên Kurdistanê ji hikumeta AKP û dewleta Tirkiyê dikin.
 
Li hemberî senaryoyan amade bin
 
Em banga raya giştî ya navnetewî û milletê xwe dikin; alîkariya xelkê Şingalê ku hêj birînên xwe yên êrişên DAIŞ'ê dipêçe bikin. Em bang li partiyên xwe yên siyasî yên kurd dikin; bûyerên ku li Efxanîstanê de dibin û wê bibin li ber çavan bigirin û li pêşveçûnên rêveberiya Herêma Kurdistan û Rojavaya Xweser baldar bibin û bi tifaqa netewî li hemberê rengê senaryoyan amade bin."