Piştî qetilkirina Hakîm Dal, biraziyên wî jî bi êrîşê re rûbirû man

  • 09:02 18 Tebax 2021
  • Rojane
 
KONYA - Hakîm Dal li Meramê di encama êrîşa nîjadperest de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê 4 birayên wî yên di temenê zarokatiyê de rastî êrîşa nîjadperest hatin. Gumanbar li ser gilî hatin binçavkirin lê piştre hatin berdan.
 
Li navçeya Meram a Konyayê Hakîm Dal yê ji Amedê ji ber kurd bû bi êrîşa komek nîjadperestan re rûbirû ma û di 21’ê tîrmehê de hat qetilkirin. Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de, tevî ku ji yekî zêdetir êrîşkar hatin tespîtkirin jî, kesek hat girtin. Hakîm di encama polîtîka bêcezabûnê de hat qetilkirin. Piştî vê 4 birayên Hakîm yên temenê wan navbera 14-16’an de yên bi navê B.D, E.D, T.D û Z.D rastî êrîşa nîjadperest hatin.
 
Birayê Hakîm, Hamdî Dal diyar kir ku 13’yê tebaxê de 4 birayên wî li taxa Kaşihani ya Meramê dema diçûn ku sewalên xwe bigirin pêşiya wan hatiye girtin û ji aliyê Mustafa, Dogan û komekê ve rastî êrîşê hatine. Hamdî daxuyakirin ku keyayê taxê jî nîjadperestiyê belav dike û got zarok ewil rastî heqeret û dijûnan piştre jî rastî şîdeta fîzîkî hatine. Hamdî ev tişt bi lêv kir: “Keyayê gund mirov kom kirine û anîne. Gotiye ‘ez keyame’ û dijûn kiriye.”
 
Li sewalan dijûn
 
Hamdî wiha bal kişand ser helwesta keyayê gund: “Dema zarokan sewalên xwe girtine, keya gotiye ‘Ev sewalên Amediyane’ û dijûn li sewalakiriye. Piştre şîdet li zarokan kiriye. Keya ji gundiyan 50 kes berhev kiriye û bi ser birayên min de birine. Dema em çûn cihê bûyerê koma nîjadperest vekişiya bû.”
 
Êrîşkar dîsa hatin berdan
 
Hamdî diyar kir ku ji ber Kurdbûne rastî van êrîşan hatine û  ev tişt bi lêv kir: “Keya çûye kahweyê û gotiye ‘Kurd wisane’û her kes kom kiriye. Piştî bûyerê me rapora derbê girt û em çûn qerekolê. Îfada zarokan hat girtin. Koma êrîşkar piştre hatin berdan."
 
‘Ez ê ji vê edeletê re bêjim çi’
 
Hamdî dawiya axaftina xwe de anî ziman ku birayê wî Hakîm encama êrîşa nîjadperest de hatiye qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Yên kirin diyarin. Dewlet jî dizane. Her kes dizane. 50-60 kesî kesek kuştin lê hîna yek kesek girtiye. 60 kes sûc dikin lê yek tê girtin. Ez ê ji vê edeletê re çi bêjim. Gelo edeletek wisa qanûnek wisa heye.”