ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 18 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Ekofemînîst Emet Degîrmencî da zanîn ku bi projeyên rantê tunekirina daristanan hedef tê girtin û bi vê jî jinên gund ji xwezayê qut dikin, bi xetereya metayê re tînin rû hev. Emetê daxuyakirin ku parastina xwezayê peywira her kesî ye. BI DÎMEN 
 
*Hakîm Dal li Meramê di encama êrîşa nîjadperest de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê 4 birayên wî yên di temenê zarokatiyê de rastî êrîşa nîjadperest hatin. Gumanbar li ser gilî hatin binçavkirin lê piştre hatin berdan.
 
* Endama Polen Ekolojî Sultan Gulsum li ser şewata darîstanan axivî û destnîşan kir ku li Rojhîlata Navîn xetereya hişkesaliyê hîn zêdetir e û bi polîtîkayên şaş her ku diçe ew xetere mezintir dibe. Sultan, got: “Şewata daristanan êdî ketiye awayekî sistematik. Daristanên ku bi hinxceta operasyonan tê şewitandin ji bo cûrbicûriya biyolojik fikarek gelek mezin pêk tîne.”
 
*HDP, di çarçoveya kampanyeya "HDP'î ne, li her derê ne" li navçeyên Hezex û Silopiyê Şirnexê hevdîtina gel pêk bîne. (10.00-23.00) BI DÎMEN  
 
*Bi pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA'yê li dijî êrişên li hemberî Şengalê dê li avahiya Buroya Îrtîbatê ya Giştî a DBP'ê daxuyaniyek bê dayîn. (11.00) BI DÎMEN