TJA: Em ê bi jinên efgan re di nav piştevaniyê de bin

  • 15:04 17 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA bi daxuyaniyeke nivîskî piştevaniya xwe ya ji bo jinên efganîstanê anî ziman û got: "Em ê bi hev re erdnegariya Rojhilata Navîn ji zîhniyeta serdest a mêr rizgar bikin û jiyaneke azad a jinê avabikin." 
 
Piştî biryara xwevekişandina Amerîkayê ji Efganistanê, Talîbanê paytext Kabul jî di nav de hemû bajarên welat xiste bin kontrola xwe. Derbarê rewşê de Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û piştevaniya xwe ya ji bo jinên efgan anî ziman.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi ked û têkoşîneke mezin li Efganîstanê jinan destkeftiyên mezin bi dest xistibûn. Destkeftiyên jinan bû qurbana dagirkeriya Başûr û alîgirên şerîatê. Bi rojane jinên efgan nikarin biçin kar û dibistanê. Tê gotin ku nikarin derkevin kolanan jî. Serdestiya mêr a gerdûnî li ku dibe bila bibe ewilî destkeftiyên jinan hedef digire. 
 
Îro li Efganîstanê jiyana jin û zarokan di xeterê de ne. Destkeftiyên wan di xeterê de ne. Cîhana ku efganiyan xistin vî halî niha jî temaşe dikin. Wekî gotina aktîvîsta mafên jinan a efganî Mahbouba Seraj 'Ji xwe şerm bikin. Ji tiştên ku 20 sal in we li Efganîstanê pêk anî şerm bikin'.
 
Gelek jinên ku li ser vê erdnegariya Rojhilata Navîn dijîn li dijî şer û şîdetê ked û têkoşînek dane. Jinên efgan jî dê dev ji têkoşînê bernadin. Em jinên kurd jî li heman erdnegariyê heman tiştan re rûbirû mane. Em jinên efgan hembêz dikin û em ê bi jinên efgan re di nav piştevaniyê de bin. Em ê erdnegariya Rojhilata Navîn ji zîhniyeta serdest a mêr rizgar bikin û jiyaneke azad a jinê avabikin. Hêza me jî û baweriya me jî heye. Bijî berxwedana jinên efgan! Bijî têkoşîna jinan! Jin jiyan azadî!"