Jinên Efganî: Ji bo nifşên li dû me em ê şer bikin

  • 14:23 17 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Efganîstanê bal kişandin ser rewşa xwe û gotin: "Tiştên ku Talîban derbarê mafên jinan de dibeje ne raste. Pratîk û gotin ji hev cudane. Îro ez li vê derê neçarim ku şer bikim. Ji bo ku nifşê li dû me, jiyana xwe bi şer dewam neke. Jin wê ji aliyê Talîbanê ve neyin bêdeng kirin.”
 
Piştî biryara xwevekişandina Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya ji Efganistanê, Talîbanê paytext Kabul jî di nav de hemû bajarên welat xiste bin kontrola xwe. Ji ber hewldana revê ya ji welat ya bi deh hezaran Efganî ku ji êrîşên tolhildanê yên Talîbanê bi fikar in, li welat kaoseke mezin derketiye.
 
Li balafirgeha navnetewî ya ji derveyî Kabulê, berdewam dengê rabûna balafiran tê û welatên rojavayî hewl didin bi lez û bez personelên xwe yên li Efganistanê û xebatkarên xwe yên Efganî ji wê derê derxînin. Elmanya êvara yekşemê yekemîn balafira ji bo derketina ji welat firand û Komara Çekê jî bi heman rengî ragihand ku wan jî yekem firîna xwe ya ji bo derketina ji Efganistanê pêk aniye. Duh jî Fransa û Zelanda firîna xwe ya yekem pêk anîn. Îngîltereyê jî da zanîn ku wan heya niha nêzî hezar kesî ji wê derê derxistine.
 
Talîbanî li kolanên navenda bajêr digerin û tê gotin ku di nava bajêr de ti pevçûnek çênebûye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên nîşan didin ku tu yê bêjî qey Kabûl veguheriye bajarekî xeyalî û tu kes dernakeve kolanê. Piştî ku Talîbanê rêveberiya Efganistanê dewr girt, rexneyên li hemberî Serokê DYE’yê Joe Bîden zêde bûn. Ligel geşedan û gotinên serokdewlet û daxuyaniyan li Efganîstanê jiyana jinan ket nav xetereyê. Jinên Efganî bi rêya medyaya dijîtal nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser rewşa xeter û têkoşîna jinan.
 
'Xwendekarên keç dişînin malên wan'
 
Aktîvîsta Efganî Shabnam Nasîmî jî, wêneyekê dibîstanê parvekir û ev nirxandin kir: “Li Afganîstanê, wêneyê dibistanekê ku ji ber ewlekariyê hatiye girtine. Xwendekar cardin, di saetên serê de hatin ber dibistanê. Mamoste êdî nikarin dersan bidin, xwendekarên keç dişînin malên wan. Rewşek bêhêvîtiya bêhntengî heye.”
 
'Ji bo jinan rewş pir xirabe'
 
Parêzer Farzana Kochaî diyar kir ku bajarên Talîbanê xistin dibin kontrola xwe, êdî jin nikarin biçin kar û dibistanan. Farzana, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo jinan rewş pir xirabe. Gelo ma wê jin hespî malên xwe bibin? Belê niha rewş wihaye. Ji bo jinên xebatkar rîsk mezine. Tirsa ku ‘dê çi li wan were?’ dijîn.
 
'Ez ê ji birîna li ser çermê xwe dîsa kulîlk vekim'
 
Komeke jinan jî, li ser medya dijîtal, bal kişand ser têkoşîna jinan û bi van gotinan dengê xwe ragihandin: “Ez ê ji birîna li ser çermê xwe dîsa kulîlk vekim. Ji ber ku ez heme, ez jinim. Ne kevirkirin, ne darvekirin û ne jî rondik û şerm dê me bitirsîne. Em ê cîhanek baştir û cihêreng ava bikin.”
 
'Ma em piyonên we ne?'
 
Rêbera Mafên Jinên Efganî Seraj Mahbouba jî, di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdar bû de, wiha bertek nîşan da: “Ez ji hemî serokên cîhanê û tevahiya cîhanê re dibêjim ku ji tiştên ku we di nava 20 sal e li Afganistanê kirin, şerm bikin. Hûn çima wiha li me dikin, hûn me bi kar tînin? Ma em piyonên we ne? Tenê tiştekê dizanim ku ji we hêviya me tuneye. Ez naxwazim êdî bi we re biaxivim. Êdî gotin qediya. Em bi were axivî. Me daxwazên xwe anîn ziman. Me her tişt kir, lê kesekê guh neda me. Di nava vê pêvajoyê de, zilamên desthilatdar her tişt mîna xwe kirin. Bi xwe biryar girtin û hemû derfetên me ku me bi kedek mezin bi dest xistibûn, îmha kirin. Îro li vî welatî, tiştên diqewimin, wê vî welatî 200 sal paşve bibe. Ji bo sererast kirina vê yekê, wê temenê çend nifşan tê re neke. Dilê min ji we hemûyan dixele.”
 
'Ez nikarim malbata xwe terk bikim' 
  
Yekemîn Seroka Şaredariyê Efganîstanê Zarîfa Ghafarî, fikara xwe ku Talîban ket Kabîlê bi van gotinan parve kir: “Ez rûniştin û li benda hatina wan disekinim. Kesekê ku ji bo min û malbata min bibe alîkar tuneye. Wê bikevin li dû mirovên mîna min û min bikujin. Ez nikarim malbata xwe terk bikim. Ji xwe ma ezê herim ku derê?”  
 
'Jin dê neyin bêdeng kirin'
  
Mamoste û aktîvîsta mafê mirovan Pashtana Dûrranî ya jî wiha got: “Tiştên ku Talîban derbarê mafên jinan de dibeje ne raste. Pratîk û gotin ji hev cudane. Îro ez li vê derê neçarim ku şer bikim. Ji bo ku nifşê li dû me, jiyana xwe bi şer dewam neke. Jin wê ji aliyê Talîbanê ve neyin bêdeng kirin.”  
 
'Ji bo me bikujin tên...'
 
Derhêner Sahra Karîmî, piştî ku Kabîl ket dibin kontrola Talîban de, di vîdeoyeke zîndî ya weşand de, li kolê dema dirêviye got; “Em direvin.” Karîmî, dûre di vîdeoyeke parvekir de, tirs û gumanên xwe wiha anî ziman: “Ji bo me bikujin tên.”