Rêziknameya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser hat erêkirin

  • 17:03 16 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêziknameya taybet bi jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de erê kir. 
 
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînekê de rêziknameya taybet bi jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de erê kir. Civîn li avahiya Rêvebriya Xweser bi beşdarbûna hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Emîna Osê, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Fayiza Ebdî, cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra Hamid hat lidarxisitn.
 
Piştî rêzgirtinê, rêziknameya Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nîqaşkirin. Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro di civînê de axivî û got: "Xebat ji bo pêkanîna edaleta civakî pêwîst dike da ku pirsgirkên girêdayî jinan werin çareserkirin. Pêwîst e  jin werin perwerdekirin û rêxistinkirin da ku rola xwe ya aktîf di sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bilîzin."
 
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Fayiza Ebdî diyar kir ku pêkanîna rêziknameyê ne tenê erka koordînasyonê ye, lê berpirsyartiya hemû hevserokên kanton û meclisan e.
 
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed bal kişand ser xalên sereke yên di rêziknameyê de û wiha axivî: "Ji xalên sereke destekdayîn û tewşîqkirina rêgeza erka xweparastina ji bo jinan da ku li hemberî hemû cûre tundî û nijadperestî şer bikin, her wiha rola jinên ciwan were xurtkirin."
 
Di civînê de endama nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê Wela El-Nacî îşaret pê kir ku pêwîst e çanda xebata koolektîv di nava jinan de were belavkirin da ku jin bi hev re projeyên taybet pêk bînin.
 
Di dawiyê de rêzikanme ji aliyê beşdaran ve hat erêkirin.