Dîlan Orencî: N.O bi şîdeta derûnî re rûbirû maye

  • 09:03 16 Tebax 2021
  • Rojane
 
Hîkmet Tunç 
 
WAN - Hevşaredara Qelqeliyê ya ku li şûna wê qayûm hatibû tayînkirin Dîlan Orencî derbarê girtina N.O ya ku bi sê zarokên xwe re întîxar lê hat ferzkirin, de axivî û got: “Rastiyek heye û N.O bi şîdeta derûnî re rûbirû maye. Rewşa travmatîk ya N.O û zarokên wê divê bê telafîkirin.”
 
Li Wanê hejmara jinên ku ji ber şîdetê dawî li jiyana xwe tînin gelek zêde ye. Li taxa Astecoya navçeya Qelqeliya Wanê di 31’ê tîrmehê de jina bi navê N.O xwest dawî li jiyana xwe û jiyana zarokên xwe bîne. N.O piştre ji sûcê ‘teşebusa kuştinê’ hat girtin. Hevşaredara Qelqeliyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Dîlan Orencî derbarê bûyera ku li Astecoyê qewîmî û şîdeta li hemberî jinê de ji ajansa me re axivî. 
 
Dîlan da zanîn ku dema şaredarî di destê wan de bûye jinên ku bi şîdetê re rûbirû diman serî li şaredariyê didan û got: “Li navçeyê zextên serdestiya mêr gelek zêde ye, ev rastiyek e. Mixabin li tax û navçeyê şîdeta li hember jinê û mirina jinan ên biguman zêde ne. Zîhniyeta mêr jinê hepsê malê dike û ev jî şîdetê bixwe re tîne. Daxwaza me ev e ku ev şîdet demildest bi dawî bibe.”
 
'Derûniya jinan têk diçe'
 
Dîlan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoya zewicandinê: "Li vir hejmara zewicandina di temenê biçûk de zêde ye. Piştî zewacê jî mêr ji bo debara malê diçin derveyê bajar dixebitin. Di rewşek wisa de jin kesên ku nasnekirî de dizewice û di malbatekî nû de hewl dide ku beyî hevjînê xwe bijî, fêrî jiyaneke nû bibe. Piştî ku dibe xwedî zarok jî dikeve bin barê herî giran. Dema hewcedariyên wan ên taybet çêdibin nikarin bi tena serê xwe biçin sûkê, nikarin zarokên xwe re tiştekî bistînin. Ev tişt dibe sedem ku jin di aliyê derûniyê de têk biçe."
 
‘Jin bi tena serê xwe dimîne...' 
 
Dîlan, da zanîn ku jin ji ber zext û nêzîkatiya civakî li hemberî şîdetê bêdeng dimînin û wiha axivî: "Ev tişt di nav civaka me de pêk tê û rastiyeke bi êş e. Jin dema dizewicin, malbat dibêje ‘tu bi bûkaniya xwe diçî û bi kefen tuyî derkevî’. Ev gotin jixwe bendek mezin dide ber jinê. Jixwe di serî de hemû derî li rûyê jinan tên girtin. Jin di bin vî barî de dibêje ‘ez nikarim ji malbata xwe re bêjim’, ‘wê civak bêje çi, wê malbat bêje çi’. Ji ber vê jî di nava şîdetê de bi tena serê xwe dimîne.”
 
'Min tenê nehelin'
 
Dîlan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyera ku li Astecoyê qewimî: "N.O jî wekî jinên din tên zewicandin û bi malbata hevjînê xwe re dijî. Hevjînê wê diçe derveyî bajêr dixebite. Me bi her du malbatan re jî hevdîtin kir û her du aliyan jî îdiakirin ku ‘tu pirsgirêk tuneye'. Lê em bûn şahid ku N.O bi sê zarokên xwe re hewl da ku dawî li jiyana xwe bîne. Ev tişt rastiyekî nîşanî me dide û ev jin bi şîdeta derûnî re rûbirû maye. N.O gotibû 'min tenê nehelin' em fêm dikin û hewcedariya wê bi piştgiriya derûniyê heye. Ji ber vê jî divê demildest rewşa travmatîk a jin û zarokên wê bên telafîkirin.”