‘HDP’ê ji bo rêveberiyên herêmî alternatîfek ava kir’

  • 09:02 16 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi navê “Di têkoşîna jinan de rola rêveberiyên herêmî” atolya herêmî ya yekem li dar xist. Jinan di atolyeyê de bal kişand ser êrîşên AKP-MHP’ê yên li hemberê destkeftiyên rêveberiyên herêmî û hevserokatiyê û gotin: "HDP ji bo rêveberiyên herêmî alternatîfek ava kir û bi pergala hevserokatiyê, zîhniyeta serdest hilweşand. Ev tişt jî bi sedema êrişan." 
 
Lijneya Rêveberiya Herêmên Demokratîk a Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê “Di têkoşîna jinan de rola rêveberiyên herêmî” atolya herêmî ya yekem pêk anîn. Di atolyeyan de jinan mijarên wekê têkoşîna rêveberiyên herêmî, bi nêrîna jinê pêşketina rêbaza têkoşînê û dikare çi bê kirin hatin nîqaşkirin.
 
Hevşaredara Kopa Mûşê Eylem Saruca, Hevşaredara Panosê Muşşeref Geçer û ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî a Demokratîk Hediye Karaslan piştî atolyeyê derbarê rêveberiyên herêmî û atolyeyan de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
 
‘Em ê rêveberiyek bi nêrîna jinê pêş bixin’
 
Hediye Karaslan da zanîn ku wek Lijeya Jinan a Rêveberiyên Herêmî a Demokratîk atolya yekem pêk anîne û bi vê atolyeyê re pêvajo nirxandine û plansaziya dema pêş kirine û wiha pê de çû: “Di atolyê de me têkiliya navbera têkoşîna jinan û rêveberiyên herêmî de nîqaş kir. Piştî vê wê li Stenbolê atolyek ‘Rêveberiyên herêmî ya azadiya jinê çiye? Çi nîne?’ pêk bê. Ji bo amadekariya konferansê li çar herêman bi aktîvîstên jin  û jinên siyasetmedar re civîn wê pêk bê. Em ê li Enqereyê konferansa jinan a rêveberiyên herêmî û konferansa giştî pêk bînin. Ev pêvajo ji bo me berxwedaneke li dijî faşîma AKP’ê ye. Bi vê nêrînê em ê rêbazên têkoşînê pêş bixîn.”
 
‘Pergala jinê afirand' 
 
Hediye di axaftina xwe de bi lêv kir ku desthilatdariyê xwe mayînde kiriye, gotinên yek dewlet, yek mêr, yek netew bikar tîne û jinan di mekanîzmayên rêveberiyê de nabîne û wiha berdewam kir: “Feraseteke ku rêveberiyên herêmî di zihniyeta xwe de dinirxîne mijara gotinê ye. Rêveberiyên herêmî tenê bi fikra rêveberiyeke serdest ya mêr birêve dibin. HDP’ê li dijî rêveberiyên herêmî alternatîfek danî holê. Bi taybet têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, gelek qezencên jinan. Rêveberî û şaredariyeke ku em dikarin bêjin pergala jine afirand.”
 
‘Wê têkoşîna me bidome’
 
Hediyeyê her wiha balkişand ser êrîşên AKP-MHP’ê yên li hember destkeftiyên qadên rêveberiyên herêmî û hevserokatiyê û da zanîn ku heta ku jin û civak hebin wê di qada rêveberiyên herêmî de jin hebin û wiha dawî lê anî: “Wê îradeya civakê ya xwe birêvebirinê bidome. Rêveberiyên herêmî bi Tevgera Siyasî ya Kurd re di xwedî paşerojeke siyasî ya di 1999’an de dest pê kiriye. Têkoşîneke rêveberiya herêmî ya li dijî rant û rêveberiya mêr ya desthilatdariyê afirandiye heye. Ji bo pêşî li destkeftiyan bigirin êrîşên mezin pêk tînin. Jin wek her qadê di qada rêveberiyên herêmî de jî têkoşîna xwe didomînin.”
 
‘Jinan rêveberiyên herêmî demokratîk kir’
 
Hevşaredara Kopê Eylem Saruca  jî nêrînên xwe anî ziman ku desthilatdariyê hespkirina jinan kiriye wek polîtîka û got piştî HDP’ê modela hevserokatiyê xistiye jiyanê jin tevlî jiyana civakî bûne û ev tişt bi lêv kir: “Dema mirov li hewldanên tunekirina jinan a di rêveberiyên herêmî de dinêre, mirov dibîne civak çawa xwedî zihniyeta serdest ya mêr e. Partiya me bi anîna pergala hevserokatiyê, zîhniyeta serdest hilweşand. Di mijara ku jin ji şaredarî, rêveberî û civakê de cih bigire, piştgiriyek mezin da. Di rêveberiyên herêmî de hejmara jinan zêde bû û ji ber vê jî zîhniyeteke demokratîk pêk hat. Tevgera jinên kurd, bi zor û zehmetiyên mezin heta îro hatin û destkeftiyên mezin bidest xistin. Rêveberiyên herêmî jî yek ji van destkeftiyane.”
 
‘Em ê têbikoşin’
 
Hevşaredara Panosê Muşşeref Geçer balkişand ser têkoşîna jinan û got di atolyeyan de balkişandine ser rola jinan a di rêveberiyên herêmî de û serkeftina jinan a rêveberiyên herêmî de wiha anî ziman: “Ji bo zîhniyeta serdest ya mêr bê rakirin û derbasî rêveberiyeke demokratîk bê kirin, pergala hevserokatiyê û têkoşîna jinan pir bi bandor bû. Me ev di rêveberiya şaredariya Panosê de ferq kir. Cihgirtina jinan a di rêveberiyan de pir girîng e. Em ê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr a desthilatdarî dixwaze ava bike, têkoşîna xwe bidomînin.”