ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 16 Tebax 2021
  • Rojev
 
* Zozan Fatma Aygoren li Pîranê bi dikana şarkuteriyê debara xwe dike û bandorê li jinên navçeyê dike. Zozan da zanîn ku jin ji hevdû cesaretê digirin û got: "Esnaftî karek bi rîsk e. Cesaret û baweriyeke mezin dixwaze. Gelek jinên ku tên dikanê ji xebata min bi bandor dibin û cesarete digirin. Ev tişt min kêyf xwe dike." BI DÎMEN 
 
*Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi navê “Di têkoşîna jinan de rola rêveberiyên herêmî” atolya herêmî ya yekem li dar xist. Jinan di atolyeyê de bal kişand ser êrîşên AKP-MHP’ê yên li hemberê destkeftiyên rêveberiyên herêmî û hevserokatiyê û gotin: "HDP ji bo rêveberiyên herêmî alternatîfek ava kir û bi pergala hevserokatiyê, zîhniyeta serdest hilweşand. Ev tişt jî bi sedema êrişan." BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Qelqeliyê ya ku li şûna wê qayûm hatibû tayînkirin Dîlan Orencî derbarê girtina N.O ya ku bi sê zarokên xwe re întîxar lê hat ferzkirin, de axivî û got: “Rastiyek heye û N.O bi şîdeta derûnî re rûbirû maye. Rewşa travmatîk ya N.O û zarokên wê divê bê telafîkirin.” BI DÎMEN