Ji malbata Şenyaşar peyama 'Nebin hevparê sûc'

  • 12:45 15 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta "Edaletê" ya malbata Şenyaşar 160 roj in didome û malbat îro peyama "Nebin hevparê sûc" da. 
 
Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku hevjin û du kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar xelas bûbû, di roja 160'emîn de didome. Ji ber ku îro edliye girtî ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam da: "Di dewleta hiqûqê de tu rayedar ji berpirsyariyên xwe nareve. Di nexweşxaneya dewletê de li pêş qamerayên ewlehiyê komkujiyek pêk hatiye. Dozgeriyê 23 kesên ku komkujî pêk anîbûn tespît kiribû. Tenê qanûnan pêk bînin. Nebin hevparê sûc."