‘Di têkoşîna li dijî şîdetê de berpirsyariya dewletê heye lê…’

  • 09:02 15 Tebax 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Dildara Mor Çati Ezgî Çelîk got di têkoşîna li dijî şîdeta li hember jinê de dewlet xwedî berpirsyariye û got li Tirkiyeyê polîtîkayên ku jinan mahkumê malê û şîdetê dike, bilind bûne.
 
Demên dawî de nûçeyên jinên winda pir zêde di çapemeniyê de cih digirin. Jin ewil winda dibin û piştre rastî tecawizê tên û tên qetilkirin. Peymana Stenbolê di 20’ê adarê de bi biryarnameya serokomar hat feshkirin û piştî vê şîdeta li ser jinan jî zêde bû.
 
Li gorî bîlançoya şîdetê ya meha tîrmehê ya ajansa me 27 jin hatine qetilkirin û 8 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Dildara Mor Çati Ezgî çelîk derbarê şîdeta zêde bûye û têkoşîna jinan de nirxandin kir.
 
‘Bêcezahiştin veguherî rêgezê’
 
Ezgiyê daxuyakirin ku dewlet di mijara têkoşîna li hember şîdeta li ser jinan de xwedî berpirsyariye û  got: “Li Tirkiyeyê, bihêlin ku pêşî li şîdetê bê girtin, jin bên parastin, berovajî vê polîtîkayên ku jinan mahkumê malê dikin, bilind ibin. Di sûcên li hember jinan û tecawizê de bêcezabûn bûye wek rêze û di serî de jî  hêzên ewlehiyê, peywirdarên cemawerî ji nêzîkatiya ku jinan biparêzin û piştgiriyê bidin, gelek dûr in. Her wiha xwegîhandina mafan zehmet e û mekanîzma jî pêk nayên.”
 
Nêrîna serdest ya dadger û dozgeran
 
Ezgiyê balkişand ser peymana Stenbolê ya di 1’ê tîrmehê de bi fermî hat rakirin û got ji bo pêkhatina darazê hemû alavên heyî ji dest wan hatiye girtin û wiha dirêjî dayê: “Mekanîzma û sererastkirinên ku jinan dikaribû serî lê bidin hat rakirin. Jin bi vê rejî bi şîdetê re hatin rû hev û mahkumê şîdetê hati kirin. Nêrîna serdest ya mêr ya di hiqûqê de pêk tê jî bandor li ser şîdeta mêr dike. Dîsa jî em jin bi salane têdikoşin û divê em ji bo piştevaniyê dest ji têkoşînê bernedin.”
 
‘Divê têkoşîn her tim bê dayîn’
 
Ezgiyê daxuyakirin ku tabloya li hember wan her çiqas bi xof be û bê ewle be jî, têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê berpirsyariya dewletê ye û divê em vê her tim bînin ziman û ev tişt daxuyand: “Em rêxistinên jinan şahidiya şîdeta li ser jinan, tecrubeyên jinan û piştgiriya ji bo jinan dikin. Dema peymana Stenbolê di meriyetê de bû jî pêk nedihat û ne li alî jinan bû. Divê berpirsyariya van mekanîzmayan her tim bê bibîrxistin.”
 
‘Jinan mahkumê şîdetê dikin’
 
Ezgiyê berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çavkaniya şîdetê newekheviya zayendî ya civakî, rolên li jinan  tê ferzkirin û xelatkirina gumanbarane. Bêcezabûn cesaretê didin gumanbaran. Ev polîtîka û pêkanîn ji menfeata jinan dûr in. Peymana Stenbolê xurtbûna jinê esas digirt. Pêşî li şîdetê digirt. Ji bo pêşîgirtina şîdetê berpirsyarî dida dewletê. Berpirsyarî dida rêveberiyên herêmî. Rakirina peymanê tê wateya ku jin mahkumê şîdetê tên kirin.”