Li Êlihê mîtînga 'Dema Azadiyê' dest pê kir

  • 21:13 14 Tebax 2021
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê mîtînga"Dema Azadiye" dest pê kir. Girse bi dirûşma " Bijî Serok Apo", "HDP gel e gel li vir e" qadê tijî dike.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de li Êlihê bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mîtîngek  li dar xist. Mîtîng li Qada Newrozê ya li taxa Baglarê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê bê lidarxistin. Koma Gule Xerzan û Hunermend Şerzat jî dê derkevin ser dikê.
 
Qada mîtîngê bi alên HDP'ê hate xemilandin. Her wiha pankartên "Riya me riya azadiyê ye", " Serkeftin ya me ye",  "Em HDP ne li her derê ne" , "Me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan ser bikevin" li qadê hate daliqandin. Girseya ku hêdî hêdi qadê tijî dike coşa xwe bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "HDP gel e gel li vir e" diyar kirin.
 
Bêriya mîtîngê Pervîn Bûldan û Keskîn Bayindir bi awayekî konvoyê bi dehan wesayîtan di têketina Êlîhê de e hate pêşwazîkirin. 
 
Mîtîng wê bi axaftinên Pervîn Bûldan û Keskîn Bayindir berdewam bike..