Li Şirnexê herî kêm 8 kes hatin binçavkirin

  • 12:47 14 Tebax 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîr û Şirnexê herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
 
Hat zanîn ku li navçeya Cizîr û li Şirnexê polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtine û herî 8 kes hatine binçavkirin. Li Cizîrê di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Nûrettîn Ûçkaç hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Nûrettîn nehat zanîn û hat diyarkirin ku ew birine Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê.
 
Li navçeya Silopiyê jî di serdegirtina malan de polîsan welatiyên bi navê Bêrîvan Sûnmez, Muhammet Şevîşoglu û Mehmet Bîlgeç kir bin çavan. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Hat diyarkirin ku Bêrîvanê anîne Miduriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê, Mehmet û Muhammet jî birine Midûriyeta Polîsan a Navçeya Silopiyê.
 
Her wiha polîsan ji bo kurê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Nergîz Aşkin, Zekeriya Aşkin jî bi ser malê de girtine û lêgerîn pêk anîne. Zekeriyayê ku ne li malê bû nehat binçavkirin, hat zanîn ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye.
 
Tê gotin ku hejmara binçavkirinan dê zêde be.