Gundiyên xwestin agirê li Setkarê vemirînin, hatin astengkirin

  • 11:11 14 Tebax 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê, agirê ku duh bi daristanê ket, her ku diçe belav dibe. Gundiyên ku dixwazin agir vemirînin tên astengkirin.
 
Li Gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber gulebarana leşkeran duh agir bi daristanê ket. Agirê ku duh bi daristanê ket, her ku diçe belav dibe. Di encama belavbûyina agir de gelek dar jî şewitîn. Her wiha hat zanîn ku welatiyan xwestine ku mudaxaleyî şewatê bikin lê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
 
Her wiha hat diyarkirin ku gundiyan bang li Şaredariya Elkê kirine lê ekîbên agirkujê gotine:"Em ê sibehê werin vemirînin."