Li Mexmûrê koma 121'ê çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 10:47 14 Tebax 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin dewam dike. Îro koma 121'ê çalakiya greva birçîbûnê dewir girt. Çalakiya gireva birçîbunê 240 roj in bi biryardarî dewam dike.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê ku bi awayekî bi biryar berdewam dike îro ji aliyê koma 212’an hat dewirgirtin.
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. 
 
Di merasîma dewirgirtina çalakiyê de li ser navê koma 120’emîn Fadîle Tok destpêkê cejna vejînê li hemû girtiyên azadiyê pîroz kir û wiha axivî:"Ji bo gihiştina zîrveya azadiyê hemû çalakiyên ku niha li her çar aliyên cîhanê hatîne destpêkirin em silav dikîn. Em di meha tebaxê ku  bi pêşengiya fermandarê mezin heval Egîd yekem fîşeka li hember dîwarên zilmê hatî teqandin de ne. Roja me ya îro, çalakiyên me li ser mîrasê berxwedana zindanan a li hember zilma dewleta tirk tên meşandin, heman îrade ye heman rih e. Ji ber ku em berhemên keda Rêber Apo ne, em berhemên keda Kemal, Xeyrî, Sara û Mazluman e. Wa gotin çi dibe bila bibe wê faşîzim bin bikeve. Di wan zindanan de soza rakirina xwîna bi hezaran ewladên kurd dan. Em li ser wê mîrasê heya vê astê hatine."
 
Fadîle Tok bal kişand ser berxwedana ku li Kurdistanê tê meşandin û wiha berdewam kir: "Îro em dibînin ku hem li çiyayên azad hem jî li gund û bajarên Kurdistanê tevgera azadiya Kurdistanê pêl bi pêl mezin dibe. Ji ber wê yekê jî em dibêjin ev berhemê keda bi hezaran salan e, bê guman wê bi ser bikeve. Em di doza xwe de mafdar in û em ê bi ser bi kevin. Em ê ji cîhanê re bêjin ku we heqaret li doza kurd kiriye, we heqaret li mirovahî û aştiyê kiriye. Cîhan mecbûr e ku li hemberî vê îradeyê di mejî û sîstema xwe de guhertinê çêke û bes çavên xwe ji bêmafiyên li hember gelê kurd tên meşandin re bigire. Dijminê me li hemberî tekoşîn û îradeya Rêber Apo têk çûye, ji ber wê yekê em bang li îxanetkaran dikin ku pişta xwe bi tu aliyan gerim nekin û li xwe vegerin."
 
Fadîle Tok di dawiya axaftina xwe de cejna 15’ê tebaxê pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Ez li ser navê çalakvanan cejna vejînê li Rêber Apo, girtiyên zindanan, gerîlayên azadiyê û hemû gelê welatparêz pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejin bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo û hemû gelên bindest."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimre Îxanet" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.