‘Em bibin yek dê tecrîd rabe û em ê azad bibin'

  • 09:02 14 Tebax 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED – Derbarê berxwedana ku 261 roj in li girtîgehan berdewam dike de, malbatên girtiyan banga yekitiyê kirin û gotin: "Em bibin yek dê tecrîd rabe û em ê azad bibin." 
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe zext û zordarî zêde dibin û mafê girtiyan tê binpêkirin. Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan, girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ku di 27’ê Mijdara 2020'î de dest bi greva birçîbûnê kirin û berxwedana girtiyan 261 roj in berdewam dike. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewrî komeke din dihat kirin ji 14'ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger bi dewirgirtina koma 49'emîn berdewam dike. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên sivîl bal kişandin ser berxwedana girtiyan û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
‘Li 107 girtîgehan greva birçîbûne didome'
 
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan re (TUAY-DER), Guler Yuksekbag, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyan û got: "Niha li 107 girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê heye. Ji girtiyên ku dikevin greva birçîbûnê re cezaya hucreyê tê dayîn. Gelek girtiyên nexweş û girtiyên ku rewşa wan xirab hene. Lê tevî van yekan dîsa jî wan dixin hucreyê. Xizmên girtiyan ji ber derfetên kêm û rêyên dirêj bi salane nikarin girtiyên xwe bibînîn. Ji ber pandemiyê hevdîtîna vekirî hatiye qedexe kirin. Her qiha serdegirtina gardiyanan a bi ser qawîşan didome û ji ber vê sedemê jî li Girtîgeha Amedê 7 kes bi koronayê ketin.”
 
‘Bila tecrîd rabe û girtî azad bin’
 
Guler destnîşan kir ku tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî hemû kurdan tê meşandin û wiha axivî: "Kurd li ku dere bibin jî li ser wan tecrît heye. Li Îzmîrê Denîz Poyraz hat qetîlkirin. Li Konyayê malbateke kurd hat qetîlkirin. Ev tişt asta tecrîtê ya li hemberî kurdan nîşan dide. Em wan polîtîkayên qirêj qebûl nakin, tecrîtê qebûl nakin. Li Tirkiyê ne edalet û ne jî hiqûq heye. Tenê xwe û desthîlatdariya xwe difikirin. Ji xebatên me re destûr nayê dayîn û her tim xebatên me tên asteng kirin. Ez banga rakirina tecrîdê û azadiya girtiyan dikim." 
 
‘Em bibin yek dê tecrîd rabe û em ê azad bibin'
 
Remziye Odungît ku kurê wê Çekdar Odungît li girtîgeha Panosa Agiriyê girtiye, diyar kir ku kurê ev 9 sal Çekdar girtiye. Remziye wiha behsa rewşa Çekdar kir: "Ji ber ku em ne yek in û li her dere em bi êrîş û zextan re rûbirû dimînin. Her wiha tecrîda li ser me jî her ku diçe girantir dibe. Heke em bibin yek dê wê demê hem tecrîd rabe hem jî em ê azadiya bidest bixin. Dewlet ji bo çalakiya greve birçîbûnê ku bi mehane berdewam dike xwe kerr û lal kiriye. Rewşa zarokên me pêrîşan e. Bi çalakiya greva birçîbûnê re hin zêdetir li ser girtiyan zilm û zordarî tê kirin. Ez ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû kurdan dixwazin têbikoşim. Ji ber nexweşiyê ev du sal in ez nikarim kurê xwe bibînim. Bila hemû kes destê xwe dayîne li ser wîjdana xwe, bila êdî zarokên me nemirin. Min du zarokên xwe winda kir û ez naxwazim yê din jî winda bikim.”
 
‘Divê gel vê zilmê qebûl neke' 
 
Emîne Kuslu ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa F ya Amedê girtî ye 3 sal in di hucreyê de ye. Emîne anî ziman ku kurê wê cezayê muebet girtiyê û wiha bi lêv kir: “Em dayik bi salane ji bo zarokên xwe digirîn û kezeba me dişewite. Êdî bes ku zarokên me zilmê bibînin. Bila ev tecrîd rabe û hemû girtî azad bibin. Li pêdiviyên girtiyan ên bingehîn nayê bicîh. Ne xwarinek baş didin ne jî alavên paqijiyê didin. Her wiha nahêlin ku girtî hevdû bibînin û bi vî şeklî jî tecrîdek li ser wan tê meşandin. Gava em diçin hevdîtinê jî ji ber qîrîna gardiyanan em nikarin ji hevdû fêm bikin û li wir jî li dijî malbatan zextek tê pêk tînin. Girtî dibêjin heta ku ji gel dengek bi xurt neyê ew ê zilm û îşkenceyê li ser wan zêde bibe. Em vê zilmê qebûl nakin û bang dikim ku bila hemû malbatên girtiyan rabin li ser piyan."