Hevpîşeyên Bêrîtanê: Rojnamegerî ne sûc e

  • 16:14 13 Tebax 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnamegerên jin bertek nîşanî binçavkirina nûçegihana me Bêrîtan Canozer dan û gotin: "Li dijî girtîn û binçavkirina têkoşîna bi rêxistinî hewce ye û divê em xwedî li pişeya xwe derkevin." 
 
Di çarçoveya lepirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de nûçegihana me Berîtan Canozer jî di nav de polîsan bi ser 104 navnîşanan de girt. Di serdegirtina malan de 59 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de hatiye sînordarkirin û ser dosyayan “biryara nepen” heye.  Derbarê binçavkirina Bêrîtan de nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û rêvebera Sendîkaya Rojnamegêr Tirkiyeyê (TGS) Şaxa Stenbolê Çagri Sari nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Têkoşîna bi rêxistinî hewce ye'
 
Çagrı Sari, destnîşan kir ku Bêrîtan ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û parvekirinên wê yên medyaya dijîtal heta niha 4 caran hatiye girtin û gelek caran derbarê wê de lêpirsin hatiye vekirin. Çagri, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zext û tehdît tu carî li hemberî rojnamegeriya Bêrîtanê nebûn asteng. Em bang dikin bila êdî dawî li êrişan bînin. Em jî dizanin ku heke em li cihê xwe rûnên daxwazên me pêk nayê û ji ber vê divê em jî destê xwe daynîn bin kevirê. Li dijî wan yekan divê em bi rêxistinî têbikoşîn û xwedî li pîşeya xwe derkevin."
 
'Xwedî li rojnamegeriyê derkevin'
 
Dîren Yurtsever jî di axaftina xwe de bal kişand ser rojnamegeriya Bêrîtanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îqtîdar her roj li hemberî muxalefet û çapemeniya muxalîf asta zextan zêde dike. Kesên ku rojnemegeriyê dikin û îqtîdarê deşîfre dikin jî hedef tên girtin. Rojnamegeren ku kuştin, tecawiz, şîdet û taciza li hemberî jinê deşîfre dikin dibin hedefa desthilatdariyê. Îro Bêrîtan Canozer û xebatkarên çapemeniyê bûye hedef û dixwazin bi binçavkirin û girtinan wan bitirsînin. Bêrîtan tu carî dev jî rojnamegeriyê berneda û her tim bû dengê jinan. Rojnamegerî ne sûc û divê Bêrîtan serbest bê berdan. Em bang li rêxistinên rojnamegeriyê û raya giştî dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nebin. Xwedî li rojnamegeriyê derkevin."