Li Dêşîşa Behdînanê sivîlek hat qetilkirin

  • 15:43 13 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bomberana balafirên Artêşa Tirk ên ser gundê Dêşîşê ya herêma Behdînanê de sivîlek jiyana xwe ji dest da.
 
Balafirên şer ên Artêşa Tirk, gundê Dêşîşê yê girêdayî bajaroka Kanîmasî ya li herêma Behdînan a Herêma Federal Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye, welatiyê sivîl ê bi navê Îbrahîm Hesen di encama êrişê de hatiye qetilkirin.