Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma hat girtin

  • 15:38 13 Tebax 2021
  • Rojane
 
MÛŞ - Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nêrgiz a di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hat girtin. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nêrgiz, di 11’ê tebaxê de, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Belma piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan sewqî edliyê hat kirin. Dozger bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” Belma sewqî dadgehê kir û xwest barê wê de biryara girtinê bide. 
 
Belma ya derket pêşberî dadger, bi heman îdîayê hat girtin û şandin girtîgehê.