Li Çewlîgê peyama 'HDP gel e, gel li vir e'

  • 15:31 13 Tebax 2021
  • Rojane
 
 
ÇEWLÎG - Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP ne, li her derê ne” ya HDP’ê de li Çewlîkê civîna gel tê lidarxistin. Beriya civînê girse bi konvoyeke mezin û bi dirûşma "HDP gel e, gel li vir e" hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan pêşwazî kir.
 
Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP ne, li her derê ne” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajaran hevdîtina xwe ya gel didomînin. Di çarçoveya kampanyayê de îro bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Çewligê civîna gel tê lidarxistin. 
 
Berîya civîna gel, Pervîn Bûldan ji balafirgeha Çewlîgê bi konvoyê hatin pêşwazîkirin. Girse di pêşwaziyê heta avahiya HDP'ê ya bajêr bê navber dirûşmeyên wekî "HDP gel e, gel li vir e" û "Em ê bi ser kevin" berz kirin. 
 
Pervîn Buldan û Keskîn Bayindir di çarçoveya bernameyê de dê ewilî serdana esnafan bikin û piştre tevlî civîna gel bibin.