KESK: Em li cem daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar in

  • 14:34 13 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Serdanên ji bo malbata Şenyaşar didomin û îro jî Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê serdana malbatê kir. 
 
Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji êrişan birîndar xelas bûbû ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 158'an de didome. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenayaşar, serê sibehê rexmî barana ku li bajar dibariya jî hatin ber edliyeyê dest bi çalakiya xwe kirin. Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê serdana malbata Şenyaşar kir. 
  
Dema serdanê Emîne Şenyaşar xîtabî mêvanên xwe û welatiyên derdora wan kir û ev tişt anî ziman: "Zarokên min çi kiribûn? Ev hikûmet û dewleteke çawa ye? Ceza didine me. Me çi kiriye ku ceza didine me? Edalet tune ye. Erdogan kî zarokên min qetil kir? Min egîdên xwe winda kirine. Ey dozger tu çima qeydan dernaxî holê? Êdî bes e. Kurê min berdin, ez biçim mala xwe." Piştre bi lorandinê jî tiştên ku dijîn anîn ziman.
 
Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser êrişên li nexweşxaneyê û wiha axivî: "Di ser bûyerê de 3 sal derbas bûn. Derbarê kesên ku komkujiyê kirine de heta niha tu kirarî nehatiye kirin. Hûn me li vir bi ewraqên sexte binçav dikin. Wê teqez rojekê kesên ku me bi awayekî kêfî binçav dikin jî bên darizandin. Em edaletê dixwazin. Li dijî vê cezayê pere li me dibirin. Êdî bes e. Daxwaza me ya edaletê asteng nekin. Nebin hevparê vê zilmê."
 
Berdevkê Platformê ye Serdemê Siraç Çelîk jî got ku ew li cem daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar in.
 
Piştî axaftinan KESK'î demekê bi malbatê re nobet girtin.