Li Amedê 59 kes hatin binçavkirin

  • 09:08 13 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - Tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer 59 kes li Amedê bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihat meşandin de vê serê sibehê tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer bi serdegirtina malan a ji aliyê polîsên tevgera taybet ve herî kêm 59 kes bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê","Faaliyet û çalakiyên li ser navê rêxistinê" hatin binçavkirin. Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibin. 
 
Hat hînbûn kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Amedê