Li Girtîgeha Şakranê polîtîkayên nû yên tecrîdê

  • 09:01 13 Tebax 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtîgeha Şakranê bi zext û zilmê her tim di rojevê de ye û Cîhan Oner a ku li Girtîgeha Şakranê girtiye, diyar kir ku Şakran wekî girtîgeheke pîlot hatiye bijartin û got: "Em li vir li hemberî faşîzmê li ber xwe didin. Lê em bang li raya giştî dikin ku derbarê Girtîgeha Şakranê de hestiyar û hişyarbin."
 
Binpêkirina mafên girtiyan hêj rojeva sereke ye. Girtiyan xwestin bi grevên birçîbûnê balê bikişînin ser binpêkirina mafên xwe û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan. Girtiyên li herêmê û Tirkiyeyê li dijî zext û zilmê 260 roj in li ber xwe didin. Girtîgeha Şakranê bi zext û zilmê her tim di rojevê de ye. Cîhan Oner di sala 2010'an de li Colemêrgê hat girtin, xwest bi kurdî parastina xwe bike. Lê parastina wê ya bi kurdî hat astengkirin û ew nekarî parastina xwe bike. Cîhan cezaya muebetê girt. Cîhan niha li Girtîgeha Şakranê ye. Cîhan derbarê rewşa Girtîgeha Şakranê û binpêkirina mafên girtiyan de nameyek ji me re şand. 
 
Bûne dijminê kurdan...
 
Cîhan di nameya xwe de wiha got: "Bi hatina Midûrê yekem a Girtîgeha Şakranê Meltem Babaogluyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Her wiha Girtîgeha Şakranê wekî herêmeke pîlot hatiye bijartin. Li girtîgehê li hemberî kurdan dijminatiyeke heye û li hemberî kurdan sond hatiye xwarin. Meltem Babaoglu bûye dijminê kurd û şoreşgeran. Bi mûameleyên rûmet şikandinê û hewldanên biçûkxistina kesayetiyê êrişê nasnameya me ya siyasî dikel. Meltem 3 sal in li vir e û di nava 3 salan de bêtir mafê me hat binpêkirin. Biryarên dadgehê jî ji bo wê ne derbasdar e. Li gorî şexsê xwe rêzikan pratîze dike. Li vir mekanîzmayên ku Meltem Babaoglu bişopîne nîne. Dezgehên wekî Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyaka û Dadgeha Înfazê ya Karşiyakayê jî bi hewldana xwe piştgiriyê dide Meltemê."
 
Qanûna poşmaniyê li girtiyan tê ferzkirin
 
Di 1'ê çileya 2021'an de di Qanûna Înfazê de sererastkirinek hat kirin. Di çarçoveya guhertinê de 'Pergala Rewşa Baş' wekî 'Qanûna Poşmaniyê' tê pratîzekirin. Divê tu poşman bibi û biçi koguşên serbixe, piştre te tehliye dikin. Ev tişt li girtiyan tê ferzkirin. Tehliyeya 5 hevalên me hatibû lê ji ber ku qanûna poşmaniyê qebûl nekirin nehatin tehliyekitin. Ev tişt li dijî qanûnê ye û înfaza me hemûyan ji holê radikin. Bi vê qanûnê 'Konsepta têkbirînê' li girtîgehan didin meşandin. Lê divê bê zanîn ku em tu carî li hemberî pêkutiyên bi vî rengî serî natewînin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.
 
Serlêdanên me bê encam dimînin
 
Mesîl Demîralp û Rahşan Aydin cezayê giran a muebetê girtine û li Girtîgeha Jinan a Şakranê ne. Her du hevaên me di hicreyên yekkesî de dimînin û bi şîdeta derûniyê re rûbirû dimînin. Her tim bi cezayê hevdîtina di navbera hicreyan û astengkirina hevdîtinê rê rûbirû dimînin. Li dijî vê yekê me gelek caran serî sazî û dezgehan da lê heta niha tiştek nehat kirin û şert û mercên hevalên me nehat guhertin. Em ji rewşa wan a derûnî û ewlehiyê bi fikarin. Her wiha mafê me ya namê ya di navbera hicreyan de jî tê îhlalkirin.
 
Pandemiyê kirin hincet
 
Bi pandemiyê re bêtir hewldanên kêyfî pêk hatin. Rêveberiya girtîgehê pandemî kir hincet û hemû hevdîtinên me asteng kir. Lê 10 rojan carekî li koguşên karantînayê jî tede hemû koguşan lêgerîn pêk tê. Koguşên me tên talankirin. 
 
Yektîpbûn tê ferzkirin
 
Cilên ku bi arlonê hatine çêkirin, pêlavên bi bendik, poşetên naylo hatin qedexekirin. Gelek cil û berg bi hinceta reng nayên dayîn. Li girtîgehê çend yektîpbûn ne qanûnî be jî li girtiyan tê fezkirin. 
 
Weşanên kurdî li vir qedexeye
 
Her wiha bi hatina Meltem Babaoglu pirtûkên bi kurdî jî hatin qedexekirin. 3 sal in bi hinceta ku tercûman nîne weşanên bi kurdî nayên dayîn. Lê belê li girtîgehê nîvê zêdetir xebatkar kurd in. Li Îzmîrê gelek kurd dijîn. Li dadgehên Îzmîrê tercûman hene û ev tişt bi qanûnê hatiye ferz kirin. Li gorî xala 62'yan a qanûna 5275'an bi hinceta zirarê dide ewlehiyê û mustehcen e weşan nayên dayîn. Ev tişt tê wateya krimînalîze kirina zimanê dayikê ye. Çend hevalekê me derbarê nedayina pirtûkên bi kurdî serî  Dadgeha 1'emîn a Cezayê Giran dabûn û serlêdana wê hat qebûlkirin. Lê rêveberiya girtîgehê li dijî biryara dadgehê derket. Pitûkên bi îngilizî û almanî tê dayîn lê kurdî nayên dayîn. Ev tişt nîşaneya domandina dijminatiya kurd e.
 
Gardiyanên faşîst û hewldanên provakatîf 
 
Li Şakranê her dem şîdeta derûnî tê meşandin. Gardiyanên faşîst bi hincetên cuda dixwazin provokasyonan derxin. Dest datînin ser nameyên ku em rewşa xwe vedibêjin û hewl didin ku bişînin lijneyên navneteweyî. Guh nadin daxwaznameyên me. Hewl didin ku serpêhatiyên li vir pêk tên kes agahdar nebe. 
 
Em ê li vir li hemberî faşîzmê berxwedana xwe bidomînin. Lê em bang li raya giştî dikin ku derbarê Girtîgeha Şakranê de hestiyar û hişyar bin."