Li Edenê polîsan bi ser gelek malan de girtin

  • 08:19 13 Tebax 2021
  • Rojane
 
EDENE - Li Edenê, polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.
 
 Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser 29 navnîşanan de girtin, deriyên malan bi balyozan şikandin û tiştên di malan de belav kirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin û hîna jî li gelek malan lêgerîn berdewam dike.